Nûnerên Beledîyeya Peyasê ji bo vekolînên li ser modela perwerdeya kurdî çûn Swêdê. Bi vê armancê, li Vasterasê bi berpirsîyara navenda perwerdeya ziman Liselotte Dahlberg-Jakobsson û cîgirên wê Sari û Asa Ewertson, Haydar Diljen û Mahmûd Lewendî re hevdîtin hatin kirin.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar tevlî şandeyekê çûn serdana Navenda Pirzimanî ya Şaredariya Vasterasê ya li Swêdê.
Nûnerên Peyasê bi berpirsiyara navendê Liselotte Dahlberg-Jakobsson û cîgirên wê Sari û Asa Ewertson re hevdîtinekê kirin.
Di hevdîtinê de nivîskar Haydar Diljen û Mahmûd Lewendî jî amade bûn.
Xebatên navenda perwerdeyê û bi taybetî jî tecrûbeya perwerdeya kurdî mijarên hevdîtinê bûn.
Şandeya Peyasê piştî civînê serdana polên perwerdeya kurdî kirin û piştî serdanê dîyar kirin ku tecrûbeyên navenda li Vasterasê wê ji bo ji bo Zarokistan û navendên din ên zarokan ên Beledîyeya Peyasê bibin mînak.
Navenda li Vasterasê
Di navenda perwerdeyê ya li Vasterasê 4500 xwendekar perwerde dibin û 48 ziman tê fêrkirin.
Hejmara mamosteyên li navendê dixebitin bi qasî 160î ye.
Herçî perwerdeya kurdî ye, ji pêşdibistanê heta lîseyê, bi destê 18 mamosteyên kurd tê dayîn.
Li derdora 800 xwendekar tevlî perwerdeya bi kurdî dibin.
Foto: Hevdîtina nûnerên Peyasê ya li Swêdê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat