Neteweyeke bê dewlet, gelekî sernatew

Li gel sozên sedsalane yên nehatine girtin, pevçûn û bêrîgirtina ji qada siyasî, wekî gelekî berxwedêr Kurdan heta niha nasnameya xwe parastine û şiqil didin Rojhilata Navîn.

Vîdyoyeke ji aliyê HistoryInTensê ve hatiye weşandin têkoşîna gelê Kurd – ê li cîhanê neteweyek ji neteweyên herî mezin ên bê dewlet tê hesibandin – a domdar a li pêyî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heta pevçûnên îrojê destnîşan.

Li pêyî Peymana Sevrê soza rêya ku wê biçe otonomiyê ji Kurdan re hatibû dayîn. Vê sozê hîna sê sal derbas nebibûn, bi Peymana Lozanê ya ku sînor ji nû ve daniye û nifûsa Kurdan di navbera Tirkiye, Iraq û îranê de ji hev parçe kiriye, ji holê hat rakirin.

Seranserê dehên salan, her dewletê bi rêyên cûda nasnameya Kurdan pelixandin – li Tirkiyê zimanê wan hat qedexekirin, li Sûriyê bêdewlet hatin hiştin û li Îran û Iraqê jî zextên tund li wan hat kirin. Di vîdyoyê de êrîşa kîmyewî ya Helebçeyê jî di nav de, qala komkujiya Enfalê ya serdema Seddam Hisên a wekî qirkirinê tê pênasekirin tê kirin.

Berxwedana dema şer û siyasetê

Li gel marjînalîzekirina bi dehên salan, hêzên Kurdan ên wekî Pêşmerge û YPG’yê di têkbirina DAEŞ’ê de roleke girîng lîstin û di wê pêvajoyê de bi hezaran wendahiyên wan çê bûn.

Di vîdyoyê de, pevçûna Tirkiye û PKK’ê û tifaqên navneteweyî yên guherbar jî di nav de, qala rageşiyên jeopolîtîk ên ku şikil didin daxwazên Kurdan ên xweseriyê jî tê kirin.

Nûçe ji Berwarnewsê hatîye girtin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aktîvîst ji bo parastina ziman dibezin

Beza ji bo ziman çalakîya herî balkêş e ku di salên dawî de li li …