Îlham Ehmed di civîneke online de li ser detayên peymana Rojavayê Kurdistanê û Hikumeta Demkî ya Şamê de agahîyên giring dan.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed li ser peymana bi hikumeta Şamê re li ser Xê daxuyanî da. Ehmed di civîna online de got, armanca peymanê pêşîgirtina rijandina xwînê bû. Sîyasetmedara kurd da zanîn, Rojavayê Kurdistanê wê hêza xwe ya leşkerî biparêze.
Îlham Ehmed ji bo rola wan a di îmzekirina peymanê de bi van gotinan spasîya Amerîka û Fransayê kir:
Em spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî welat û rêxistinên navbeynkar, bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê dikin, ji bo hewldanên wan ên bêwestan ên ji bo gihaştina peymanekê di navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ku pêngaveke girîng e ber bi aramiyê ve ye.
Tevî vê jî, lîdera kurd got, Amerîkayê “di vê qonaxê de rola ku jê dihat texmînkirin nelîst” lê “di hundirê Amerîkayê de senator Lindsey Graham roleke pir erênî ji bo parastina herêmê lîst.”
Hin alîyên giring ên peymana Rojava-Şamê ku di civîna online de qala wan hatin kirin, wiha bûn:
- Li gorî peymanê wê 3 tûgayên leşkerî çêbibin, li Hesekê û Kobanê werin bicihkirin. Kobanê wê bi rengekî ferîm bi ser Parêzgeha Helebê ve be.
- Hêzên Wezareta Hundirîn bi awayekî demkî, heta proseya entegrasyonê bi dawî dibewê bajarên Hesekê û Qamişloyê bên bicîkirin. Lêbelê ev hêz û berpirsên wan dê ji xelkê herêmê bin.
- Saziyên Rêveberiya Xweser bi yên dewleta Sûriyeyê re bêyî tu guhertinan wê entegre bibin, berpirs û karmendên wan wêdi cihê xwe de bimînin. Wê tevahî karkerên saziyan heta nobedarên sînoran jî ji xelkê herêmê bin.
- Dîplomayên dibistan û zanîngehên Rêveberiya Xweser wê ji alîyê dewletê ve werin naskirin û wê biryarnameyek taybet ji bo vê yekê were dayîn. Ji bo sîstema perwerdeyê ê materyalan wê gotûbêj bên kirin.
- Ji bo vegera koçberan wê di siberojê de gav werin avêtin.
- Tirkiyedi hevdîtina xwe ya bi nûnerên Rojava re ragihandîye ku hêzên wê ji Efrîn û Serêkaniyê vekişî
- Kobanê wê bi renHelebê be û wê tûgayeke wê ya taybet di nava Firqeya Helebê de hebe.
Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat