Ragip Duran: Ocalan, DEM, HSD û PYD di dewsa ku li ser desthilatî û dewletê kulîyata ji Platon, Marx, Foucault û heta Bourdieu hatîye nivîsandin bixwînin û bi rêya vekolîna mînakên cîhanê esasê meseleyê fam bikin, bi rejîmeke Yek Zilamî hatin birêvebirin û li dûv fantezîyan revîyan. Ev jî bû sebeba dîmena îro. Mixabin.
Ragip Duran di gotara xwe ya dawî de rexneyên giran li sîyaseseta kurd kir. Rojnamevan Duran di gotarê de stratejîya sîyaseta kurd a li bakur û a li başûr ji hev cihê analîz kir û herduyan jî bi kirina şaşîyên mezin sûcdar kir. Gotara rojnemevanê navdar, di bin sernivîsa “Çima sîyaseta kurd li rojava û bakur têk çû?” bloga wî de hat weşandin.
Ragip Duran di destpêka nivîsê de bi van gotinan qala encamên giran ên proseya di navbera Ocalan û Enqereyê de kir:
Mijara ku li Tirkîyeyê bi “aştî” û “demokrasîya civakî” re dest pê kir, di qonaxa îro de gihîşt “honandina por” û “dîyarîkirina xalîyê” ji Bahçelî re. Proseya ku li Sûrîyeyê bi “Konfederalîzma Demokratîk”, “Xwerêvebirin”, “ekolojî” û “jîneolojî” dest pê kir, îro gihişt qonaxekê ku gelê Rojava ji alîyê çeteyên Enqere û El-Şara destekê dide wan, bi mirin û birçîbûnê re rû bi rû hat hiştin.
Rojnamevanê xwedî tecrûbe, ji bo şaşîyên xwe bibîne sîyaseta kurd wiha hişyar kir:
Sîyaseta kurd sebeba hemû van probleman heta karesatê ne wekî encamên şaşî û kêmasîyên xwe dibîne lêbelê bi DYA, Enqere, rêveberîya Şamê heta bi çeteyên îslamî ve girê dide. Ev jî dibe sebeba domandina sîyaseta şaş.
Ragip Duran piştî vê, hewl dide sebebên “têkçûna Rojava û Bakur” îzeh bike û wiha dinivîse:
Hîn di destpêka dîyaloga tevgera sîyasî ya kurd û Enqereyê de ya bi mebesta çareserkirina Meseleya Kurd, rêveberîya DEMê got “Îmrali îradeya me ye” û Ocalan wekî sermuzakerevan nas kir. Ev yek şaşîyek mezin bû. Kesekî ku 26 sal in di destên dewletê êsîr e û tevlî vê jî 46 sal li Tirkîyeyê nejîya ye, ji ber ku di nava tecrîdê de ye haya wî ji rastîyên polîtîk ên şênber tune bû. Wî bi tenê dikarî bi rêya kesên tên dîtina wî û xebatên dualî ku nayên eşkerekirin, hin fikir û pêşnîyazan amade kiribûna. Derket holê ku ev pêşnîyaz hevîrekî ji fikrên nakok, bêbingeh û berhemên xeyalî ne. Lêbelê esasê vê teslîmîyet û tirkbûn bû. Rêveberîya DEMê vê xet û helwesta “Rêbertîyê” bêyî ku fam bike, binirxîne û rexne bike qebûl kir.
Duran dibêje tevî ku Proseya Osloyê Proseya 1. a Aştîyê biserneketî ye jî “Ocalan û rêberîya DEMê ji van herdu têkçûnan misqalek jî encam dernexistin û bi hewesek û hêvîyeke mezin hişk bi projeya Bahçelî girtin.”
Bi dûv van gotinên giran, Ragip Duran ji bo armanca Ocalan û sîyaseta kurd a legal wiha dibêje:
Ocalan û DEM, Meseleya Kurd bi azadîya “Rêbertîyê” re bi sînor kir. Belkî jî meseleyeke 150 salî ya sîyasî, aborî, çandî, demografîk, etnîk û hwd a ewqas mezin wekî meseleya ji girtîgehê derketina yek kesekî an jî başkirina şert û mercên wî qebûl kir.
Rojnamevanê naskirî piştî vê, sebebên rewşa dawî ya li Rojava îzeh dike û dibêje PYD nekarîbû ji “paradîgmaya Ocalan” xwe dûr xistibûna. Paşê jî rojnemavan qala polîtîkaya navneteweyî ya Rojava dike:
HSD pirî caran nikarîbû berjewendîyên xwe yên neteweyî di têkiliyên bi Rûsya, DYA, rojavayê Ewrûpayê û Erebistana Siûdî re ku wekî “hevalbendên me yên navneteweyî” pênase dikir, derxe pêş û di van têkiliyan de her car ne xwedî helwesteke esasî bû. Piştî ku PYDê destûra vekirina nûnertîya Moskowê girt, Tirkîye bi erêkirina Moskowê Efrînê dagir kir. Têkiliyên HSDê yên bi DYAyê re jî bi problem bûn. Ev bihevrebûn bi rêya hatina cem hev a du alîyên wekhev pêk nehat. Ligel vê jî, têkilîyek demkî û tematîk bû (li dijî DAIŞê). Îro bi eşkereyî derket holê ku doktrîn û çanda wê ya antî-împeryalîzm lawaz û bi problem e. HSD di derbarê polîtîkaya ji salên 70yan û vir DYA dişopîne ne xwedî agahî û ne jî xwedî tecrûbe bû.
Ragip Duran di meseleya parastina Rojava de jî vê tesbîta balkêş dike:
Eger Rojava ji destpêkê ve ne ya Ocalan lêbelê xeteke demokratîk û serbixwe şopandibûna, wê îro hîn bêtir xurt bikaribûna li dijî hereketa dagirkirin û êrişê ya DYA, Enqere û El-Şara di berxwe dabûna.
Di dawîya gotarê de Ragip Duran bi van hevokan bang li sîyaseta kurd dike û dibêje dev ji “fantezîyan” berdin:
Ocalan, DEM, HSD û PYD di dewsa ku li ser desthilatî û dewletê kulîyata ji Platon, Marx, Foucault û heta Bourdieu hatîye nivîsandin bixwînin û bi rêya vekolîna mînakên cîhanê esasê meseleyê fam bikin, bi rejîmeke Yek Zilamî hatin birêvebirin û li dûv fantezîyan revîyan. Ev jî bû sebeba dîmena îro. Mixabin.
Infowelat
Foto: Ragip Duran/Evrensel
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat