Nuqteyên giring
Japon ragihand, eger Çîn êrişî Taywanê bike wê Japon biçe hawara giravê.
Çîn zextên dîplomatîk û aborîyê li dijî Tokyoyê xist meriyetê.
Japon ji bo xwendekarên xwe yên li Çînê hişyariya ewlehiyê ragihand.
Gavên her du alîyan dikare aramîya dorteng a li rojavayê Pasîfîkê xera bike.
Daxuyanî û gavên her du alîyan dikare aramîya dorteng a li rojavayê Pasîfîkê xera bike.
Alozîya di navbera du hêzên gewre yên li rojavayê Pasîfîkê bilind dibe. Çîn û Japon bi tedbîrên nû, dijberiya hev roj bi roj mezintir dikin. Kakilê meseleya dawî ya di navbera Çîn û Japonê de girava Taywanê ye. Serokwezîr Sanae Takaichi çend rojên berê li ser vê yekê gotinên derveyî rêzê kiribû. Takaichi gotibû, eger Çîn êrişî Taywanê bike wê Japon biçe hawara giravê. Gotinên derveyî adedî yên lîdera japon li Çînê bûbû sedema hêrseke mezin.
Çîn bilez ketibû nava tevgerê û zextên dîplomatîk û aborîyê li dijî Tokyoyê xistibû meriyetê. Çîn, Japonê bi gotinên tund şermezar kiribû û hişyariya ewlekariyê dabû welatiyên ku diçin Japonê. Japon li hemberî vê yekê, ji bo xwendekarên xwe yên li Çînê hişyariya ewlehiyê ragihandibû. Çîn gaveke din jî avêt û biryar da ku nema berhemên deryayê ji Japonê bikire.
Daxuyanî û gavên her du alîyan dikare aramîya dorteng a li rojavayê Pasîfîkê xera bike. Çîn hêza herî xurt a li vê herêmê ye û li gel daxwaza kontrolkirina Taywanê, dixwaze sînorên xwe yên deryayî berfireh bike. Amerîka dixwaze bi rêya tîfaqa bi welatên herêmê re pêşî li Çînê bigire. Japon, Koreya Başûr û Taywanê sê welatên li herêmê ne ku bi Amerîkayê re tîfaqê dikin.
Infowelat
Foto: Nexşeya Çîn û Japonê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat