Komar û Kantona Cenevê

Profîl

Nifûs: 531.000

Berfirehbûn: 248 km²

Paytext: Cenev

Zimanê fermî: Fransî

Kengî tevlî Swîsreyê bû?: 1815

Cenev kantoneke li herêma Swîsreya Roman e ku li başûrêrojavayê welêt e. Kanton navê xwe ji bajarê Cenevê girtîye ku bi nifûs û aborîya xwe bajarekî giring ê Swîsreyê ye. Sê alîyên erdên kantonê ji alîyê Fransayê ve hatîye dorpêçkirin û bi kanton bi korîdoreke kurt a li rojhilat bi Swîsreyê ve tê girêdan.

Gola Lemanê ji alîyê bakur ve dadikeve nava erdên kantonê û xwe digihijîne bajarê Cenevê. Hebûna vê gola mezin a di navbera Fransa û Swîsreyê bandoreke mezin li ser jîyana aborî û civakî ya kantonê dike. Sînorên kantonê li bakur digihîjin Çiyayên Jura û li başûr digihîjin Çiyayên Alpan.

Tevî ku Cenev bi rûbera erdên xwe yek ji kantonên biçûk ên welêt e, ji ber bajarê Cenevê kanton dibe xwedî hebûneke giring a aborî û civakî ya li Cenevê. Bajêr mazûvanîyê ji rêxistinên navneteweyî û hejmareke zêde şîrketên navneteweyî re dike. Di nav wan de Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û UNESCO jî hene.

Kurtedîrok

Cenev di Serdema Navîn de parçeyeke Împaratorîya Roma-Cermen bû û ev heta dawîya sedsala 14. dom kir. Tevî vê jî rêveberîya bajêr xwedî erkên berfireh bûn û xwe bi rengekî otonom bi rê ve dibir. Piştî bidawîbûna împaratorîyê, Mîrektîya Savoyê ya di rêveberîya bajêr de bû xwedî gotin. Di sedsala 15. de Konseya Mezin a Cenevê (Grand Conseil de Genève) hat damezrandin û bajêr gav bi gav da ser rêya xwerêvebirinê.

Ciyê Kantona Cenevê ya di nexşeya Swîsreyê de

Li derdora sedsala16. de pêlên Reformasyona Protestan gihîşt bajêr. Teologê fransî John Calvin ku damezrînerê kalvînîzmê bû, koçî Cenevê kir û bi xebata xwe bû rêberê ruhanî yê bajêr. Kalvînîzm bingehin îdeolojîk a serwerîya bajêr xurtir kir. Ev jî bû sebeb, li ser bingeha dijberîya di navbera katolîkî û protestanîyê de Cenev û Savoy ji hev dûr bikevin. Di 1534an de Komara Cenevê hat damezrandin û bajêr bû serbixwe. Ev jî rêya hevpeymanîya bi Konfederasyona Swîsreyê re vekir.

Demografî û ziman 

Kantona Cenevê bi nifûsa xwe ya di ser nîv mîlyonî re pêncemîn kantona herî mezin ê Swîsreyeyê ye. Piranîya vê nifûsê li bajarê Cenevê û herêma metropolîtan a li dora wê dijîn. Nifûsa bajarê Cenevê li derdora 205,000î ye û bi vê encamê Cenev hem bajarê herî qerebalix ê herêma fransîaxêv e û hem jî piştî Zurîhê duyemîn bajarê mezin ê welêt e. Hejmara beledîyeyên li nava kantonê 45 in û nifûsa 13 ji wan di ser 10,000î ye.

Cenev kantona herî navneteweyî ya Swîsreye yê û pênc zimanên mezin ên cîhanê zimanê sereke ne ku li kantonê tên axaftin. cuda tên axaftin: Fransî, Almanî, Îtalî, Îngilîzî û Romanşî. Fransî zimanê fermî yê kantonê ye û bi berfirehî di karûbarên hikumetê, perwerde û medyayê de tê bikar anîn. Herwiha, çar ji pênc parên xelkê bajêr bi jîyana civakî de bi fransî diaxivin. Zimanên din ên li îngilîzî, almanî, û îtalî zimanên din ku herî zêde li nava kantonê tên axaftin. Rêjeya zimanên li Kantona Cenevê tên axaftin wiha ye: Fransî, % 80.8, îngilîzî % 9.0, îtalyanî %5.2 û almanî %5.0.

Aborî

Cenev yek ji navendên navneteweyî ya aborî ya cîhanê ye. Navendên 750 şîrketên navneteweyî li bajarê Cenevê ne. Ev yek faktoreke giring e ji bo pêşketina aborîya bajêr. Nêzîkî sê ji ya yekê ji hemû petrol, şekir û genimê û ji % 22yê pembûyê cîhanê bi destên şîrketên li

Kantona Cenevê tê kirîn û firotin. Kelûpelên din ên girîng ên ku li Cenevê bazirganîya wan tên kirin pola, elektrîk û qehwe ye.

Xebata bankeyên neteweyî û navneteweyî yên li Cenevê faktoreke din e ku bandorê li aborîya kantonê dike. Banque cantonale de Genève (BCGE), BCP, BNP Paribas, Banque cantonale vaudoise (BCV), Crédit Agricole, Credit Suisse, ING, Société Générale û UBS çend ji van bankeyan e ku li vê kantonê xwedî navend an ofîsan e.

Dîmeneke ji jor ve ya bajarê Cenevê

Hilberîna Nesafî ya Navmalî (HNN) ya Kantona Cenevê salane 52 milyar dolar e. Ev jî ji aliyê aborîyê ve Cenevê dike çaremîn kantona halxweş a Swîsreyê. Bazirganiya berheman çandinî û endustriyê û fînans sektorên sereke yên li aborîyê ne. Ligel vê, Cenev navendeke giring a cîhanî ya hilberîna saetan e. Navendên hilberînên yên Rolex (navenda sereke), Omega, Patek Philippe, Vacheron Constantin, Frédérique Constant, û Baume & Mercier li Kantona Cenevê ne.

Hebûna rêxistinên navneteweyî yên wekî NY, UNESCO, Xaçar Sor û hwd faktoreke din e ku feydeya wê ji kantonê re heye. Zêdetirî 28,000 kes rasterast ji bo 30 rêxistinên navneteweyî dixebitin û ev jî wekî sektoreke bi serê xwe ji % 9,2yê aborîya kantona pêk tîne.

Erkên kantonê

Kantona Cenevê tevlî du kantonên din ên Swîsreyê xwe wekî “komar” pênase dike. Ev yek ji ber bandora Şoreşa Fransayê û kiryarên wê demê yên lîderê fransî Napolyon pêk hatîye. Napolyon Swîsre jî tê de, komaran li Almanya û Îtalyayê damezrandibû û wan bi Fransayê ve girêdabû. Yek ji sebeba ka çima Cenev li vê forma polîtîk a rûpeleke dîroka wê ye xwedî derdikeve, hesasîyeta wê ya ji bo parastina otonomîya wê ye.

Cenev xwedî destûreke bingehîn e ku di 1847an de hatîye qebûlkirin. Destûra Bingehîn ji wê salê û vir ve çend caran hatîye guherandin û adapteyî şert û mercên îro hatîye kirin. Hikumeta kantonê (Conseil d’État) ku erkên xwe ji vê teksta hiqûqî digire kantonê birêve dibe. Heft endamên hikumetê ji bo pênc salan tên hilbijartin.

Grand Conseil parlamentoya kantonê û ji 100 endaman pêk tê. Parlamenter ji bo çar salan tên hilbijartin. Cenev di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de ku Konseya Neteweyî tê pênasekirin, bi 12 nûneran tê temsîlkirin.

Kantona Cenevê tevlî du kantonên din ên Swîsreyê xwe wekî “komar” pênase dike. Ev yek ji ber bandora Şoreşa Fransayê û kiryarên wê demê yên lîderê fransî Napolyon pêk hatîye. Napolyon Swîsre jî tê de, komaran li Almanya û Îtalyayê damezrandibû û wan bi Fransayê ve girêdabû. Yek ji sebeba ka çima Cenev li vê forma polîtîk a rûpeleke dîroka wê ye xwedî derdikeve, hesasîyeta wê ya ji bo parastina otonomîya wê ye.

Cenev di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de ku Konseya Neteweyî tê pênasekirin, bi 12 nûneran tê temsîlkirin.

Kantona Cenevê di çarçoveya destûra xwe ya bingehîn de ji mijarên ewlekarîyê bigire heta daraz, aborî, perwerde û parastina jîngehê xwedî erkên berfireh in. Erkên heyî car caran bi qanûnên nû di navbera kanton û beledîyeyan de tên parvekirin. Qanûna dawî ya di vê mijarê de di 2017an de hat qebûlkirin. Erkên kantonê bi kurtahî wiha dikarin bên rêzkirin:

1. Daraz û ewlekarî

Rêvebirina dadgehên serbixwe, pêkanîna ewlekarîya civakî ya bi rêya polêsên kantonê.

2. Aborî û kar

Amadekirin û lênerîna bazara kar, kontrola xebatkarên û şîrketên biyanî, pêkanîna wekhevîyê di navbera meslek û sektorên cuda de.

3. Bac û butçe

Dîyarkirin û berhevkirina bacên kantonê û bi rêya parlamentoya kantonê erêkirina butçeya kantonê.

4. Perwerde

Rêvebirina perwerdeya ferz û ya piştî ya ferz û desteka ji bo hîndekarîya meslekî.

5. Mijarên sosyal

Alîkarîya sosyal, desteka ji bo malbatan û entegrasyonê, piştgitîya ji bo kêmar û parastina mafên mirov.

Kantona Cenevê û beledîyeyên bi ser wê ve

6. Jîngeh û bajarvanî

Parastina xwezayê, hevkarîya bi kantonên cîran û Fransayê re ya (ji bo herêma Fransa, Vaud-Genevê), plansazîya bajêr û bikaranîna çavkanîyên xwezayî.

7. Navneteweyî

– Polîtîkaya derve û parastina îmaja navneteweyî ya Cenevê (Bi rêya Gerîndendetîya Meseleyên Navneteweyî – DAI)

– Hevkarîya bi Ewrûpa û rêxistinên navneteweyî re.

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Moldova ji Rûsyayê re got “Na”

Alîgirên Yekitîya Ewrûpayê di hilbijartinên parlamentoyê ya Moldovayê de bi ser ketin. Encama hilbijartinê bû …