Li Zarokistanan qeyd dest pê kir

Li gorî daxuyaniya rayedarên Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok û Perperike, qeydan ji 1’ê Tebaxê ve dest pê kirine û heta 10’ê Tebaxê dewam dikin. Dê û bav dikarin zarokên xwe bi hêsanî li ser malpera fermî ya şaredariyê qeyd bikin.

Ji bo ku zarok di hawîrdoreke ewle, saxlem û bi kalîte de dest bi jiyanê bikin, Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok û Perperike di bin banê Gerînendetiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê de hate vekirin. Navenda Zarokistanan ragihand ku ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026’an qeydan dest pê kirine.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok û Perperike, qeydan ji 1’ê Tebaxê ve dest pê kirine û heta 10’ê Tebaxê dewam dikin. Dê û bav dikarin zarokên xwe bi hêsanî li ser malpera fermî ya şaredariyê qeyd bikin.

Gerînendetiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê bang li hemû dê û bavan kir ku beşdarî vê pêvajoya qeydê ya girîng bibin û bal kişandin ser girîngiya perwerdeya destpêkê ya zarokan. Navenda Zarokistanan ya Krêş û Lênihêrîna Rojane ne tenê xizmeta lênêrînê pêşkêş dike, lê di heman demê de di hawîrdoreke nûjen û ewle de bi perwerdeyeke pirzimanî piştgiriyê dide geşedana laşî, hişî û civakî ya zarokan.

Malper û lînkên qeydê ev in:

https://kayapinar.bel.tr/index.html

https://docs.google.com/forms/u/0/d/e/1FAIpQLSeQeN3jseZVYXxek0nrGeepuxy0VDYr57P70orIq0tMMyGaeA/viewform?usp=send_form&pli=1

Nûçe ji malpera Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hatîye girtin. Sernivîs hatîye kurtkirin. 

Zarokistan li Amedê dest bi perwerdeyê kir

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kovara Kewarê li Amedê dest bi weşanê kir

Kovara nû ya çand, huner û wêjeyê bi navê “Kewar” bi hejmara xwe ya yekemîn …