Li pêyî Fransayê, Brîtanya jî xwe amade dike dewleta Filistînê nas bike.
Dema Fransa û Brîtanya gava venasînê bavêjin, hejmara welatên ku dewletbûna Filîstînê qebûl dikin dibe 150.
Êrîş û ambargoya Îsraîlê ya li ser Xezayê rêya welatên Ewrûpayê ya ji bo venasîna dewleta Filistînê vedike.
Li pêyî Fransayê, Brîtanyayê jî daxuyaniyeke li ser vê babetê da.
Serokwezîr Keir Starmer hişyarî da Îsraîlê, got, “eger Îsraîl hin şertan qebûl neke, di Îlonê de wê dewleta Filistînê nas bikin.
Şertên ku Keir Starmer da pêşiya Îsraîlê ev in:
-Pêwîst e Îsraîl diyar bike ku ji bo bigihîjin çareseriya du dewletîbûnê, wê rûmetê bidin pêvajoyeke demdirêj a aştiyê.
-Ji bo karesata li Xezayê bê bidawîkirin, gavên berbiçav bavêje.
-Bi awayekî zelal bêje wê Şeriaya Rojava îlheq neke
Beriya Keir Starmer, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî diyar kiribû, di îlonê de wê dewleta Filistînê nas bikin.
Îsraîl û Amerîkayê bertek nîşanî diyarnameya Emmanuel Macron dabûn.
Tel Avîv û Washington îddia dikin ku naskirina dewleta Filîstînê wê xizmetî propagandaya Hamasê bike.

Çend dewlet Filistînê nas dikin?
Hêjayî gotinê ye, ji 193 dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî 148 welat, Filîstînê wekî dewlet nas dikin.
Eger Fransa û Brîtanya jî Filîstînê nas bikin, hejmara welatên ku Filîstînê wê wekî dewlet nas bikin, digihîje 150.
Amerîka û piraniya dewletên Ewrûpayê jî di nav de, zêdetirî 40 welat jî dewletbûna Filîstînê nas nakin.
Infowelat
—————————————–
Foto: Ala Filistînê