Lîderê Partîya Niştiman a faşîst a Tirkîyeyê di tevlî bernameya Rûdaw TVyê bû bersivê da pirsên Rawîn Stêrk.
Perînçekê wekî dijminê doza kurdan tê naskirin, venasîna polîtîk a kurdan red kir, perwerdeya bi kurdî qebûl nekir û asîmîlasyona bi dilxwazî pêşnîyaz kir.
Rudaw TV ku wekî kanala serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê tê zanîn bi Dogu Perînçek re bernameyekê çêkir.
Tevlîbûna Perînçekê bi dijminahîya xwe ye li hemberê doza kurdan tê naskirin, di medyaya sosyal de rastî reaksîyonan hat.
Lîderê Partîya Niştiman (bi tirkî Vatan Partisi) di bernameyê de bersivê da pirsên Rawîn Stêrk.
Perînçekê ku bi maskeya çepgirîyê bi faşîzmê diparêze, dîtinên xwe yên derbarê proseya di navbera Tirkîye-PKKê ûçareserîya meseleya kurd îfade kirin.
Perînçek ji bo gerîlayên çekên xwe berdin efûyê pêşnîyaz kir.
Li gorî pêşnîyaza efûyê ya partîya Perînçek, gerîlayên çek berdane wê derkevin hizûra dadgeheke tirk û piştî îfadeyeke kurd wê serbest bên berdan.
Gotinên herî nîqaşbar ên Perînçek di derbarê naveroka meseleya kurd û zimanê kurdî de bûn.
“Meseleya kurd hatîye çareserkirin”
Şefê faşîst got, “problema kurd li Tirkîyeyê piranî hatîye çareserkirin, kurd bi serbestî diaxivin, wekî xwedî nasname tên qebûlkirin.”
Dema mijar hat ser meseleya “du gelên damezrîner ên Komara Tirkîyeyê” Perînçek aciz bû êriş bir ser vê pênaseyê.
Perînçek got, ew fikrekî wiha qebûl nakin, ji ber ku dema du damezrîner hebin di dawîyê de yek ji wan dikare ji yekitîyê veqete.
Meseleya ziman
Paşê, Rawîn Stêrk meseleyê anî ser ziman û got, “perwerdeya bi zimanê dayîkê mercekî ferz a vê proseyeyê ye.”
Perînçekê faşîst vê qebûl nekir û got, “daxwazeke wiha tune ye.”
Perînçek got “kêmareke pir biçûk” daxwazeke wiha dike û dîyar kir “ji ber ku di dîrokê de kurd dewlet ava nekirine, kurdî nebûye zimanê felsefe, aborîyê û hwd.”
Piştî vê Perînçek got, di dibistanên seretayî yên perwerdeyê bi kurdî dikin dikarin bên damezrandin lê derî ji bo astên din derî li kurdî girt.
Şefê tirk helwesta PKKê ya ji bo ziman wekî referans ji bo sekna xwe nîşan da û got,
Kurd û asîmîlasyon
Rawîn Stêrk gotinê anî ser “entegrasyonê” û pirsa “herwekî ku vê entegrasyonê ferkirina tirkbûnê pêk tê, ma ne?”
Perînçek di bersiva xwe de got “em li hemberê asîmîlasyona bi zorê ne lê asîmîlasyona bi dilxwazî dibe.”
Perînçek ji bo sekna xwe rewa bike, komên etnîk ên di nava rûsan de û fransîyên li Amerîkayê asîmîle bûne mînak nîşan da.
“Konfederalîzma demokratîk” û “dewleta neteweyî”
Perînçek paradîgmaya konfederalîzma demokratîk wekî pêşnîyazeke “utopîk” pênase kir û got “di encam de hin pêşnîyazên li derveyî dîrokê hene.”
Şefê faşîst wiha gotinên dom kirin: “Civakeke bê dewlet ne li gorî rastîya vê cîhanê ye. Belkî sed sal an du sal paşê ev mimkûn bibe ema niha nabe. Îro pêşnîyazên Ocalan ên wekî damezrandina komînan filan an jin û ciwan wê rêberîyê bikin…bi van tiştan PKK derdikeve derveyî dîrokê. Temam PKK xwe fesîx dike lê ema vê carê jî wekî felsefe û xwedina proseyên dîrokî jî derdikeve derveyê dîrokê.”
Perînçek li hemberî vê, “dewleta neteweyî” pêşnîyaz kir û got “ev yek realîteya îro ya cîhanê ye.”
Infowelat
—————————————
Foto: Dogu Perînçek di dema bernameya di Rûdaw TVyê de