Şam rapora komkujîya elewîyan eşkere kir

Komîteya Lêkolîna Heqîqetê rapora komkujîya elewiyan a li Sûrîyeyê eşkere kir.

Li gorî rapora komîteya ji alîyê rejîma Şamê ve hat damezrandin, di komkujîyê de 1,426 kes hatin kuştin.

Komîteye Lêkolîna Heqîqetê ya bi biryara serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara ve hatibû damezrandin, rapora komkujîya elewîyan a li bajarên Tartûs û Laz qiyê ragihand.

Rapor destnîşan dike ku di van komkujîna de, 90 jê jin, hezar û 426 kes hatine kuştin.

Rapor sûcê komkujîyû dixe stûyê  “çeteyên beredayî” yên ji bo talan û diziyê hatine sazkirin.

Di raporê de tevî ku piştevaniya rêveberiya Şamê tê kirin, êrişên li dij elewiyan jî rewa tê dîtin.

Rapor wekî ku mikur bê, sedema êrîşan weha nîşan dide, dibêje:

“Eger pêşî nehatana girtin, leşkerên girêdayî rejîma berê wê dewleta Elewiyan ava kiribana.”

Îddiayeke din a raporê ev e ku dibêje komkujî bi awayekî organîzekirî pêk nehatiye.

Herweha sedema êrîşan wekî ku ne êrîşên îdeolojîk û mezhebî ne nîşan dide û armanca êrîşan wekî ji bo heyfhilanînê derdixe pêş.

Li aliyê din, komîsyona Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, hin komên mafan tespît kiribûn ku ji destpêka êrîşan û vir ve, jinên elewî hatine revandin.

Hêjayî gotinê ye, hêzên girêdayî HTŞê ji komkujîyên nêzîkî 900 elewiyan û Tûgaya Suleyman Şah a ku Tirkîye fînanse dike jî ji komkujîyên nêzîkî 700 elewiyan berpirs tê qebûlkirin.

Foto: Daxuyanîya çapemenîyê ya Komîteya Lêkolîna Heqîqetê ya li Şamê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …