Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî li Pîrmamê hevdîtineke giring kirin.
Mijara sereke ya rojeva civînê, nedayîna mûçeyên karmendan û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû.
Her du partîyên sereke yên başûrê Kurdistanê hewl didin meseleyên xwe bi rêya dîyalogê çareser bikin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bo çareserkirina krîza darayî li hev rûniştin.
Di vê çarçoveyê de, lîderê kurd Mesûd Barzanî û serokê YNKyê Bafil Talebanî li Pîrmamê hevdîtineke giring kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û endamên polîtburoyên PDK û YNKyê jî beşdarî civînê bûn.
Mijara sereke ya rojeva civînê, nedayîna mûçeyên karmendan mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû.
Bi dûv civînê re vê daxuyanîyê hat dayîn:
“Li ser wê yekê lihevhatin çêbû ku hemû hewl ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên zêdekirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku aliyên siyasî, aborî û civakî bi awayekî berfireh hatine gotûbêjkirin.
Herwiha hat dîyarkirin, gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan wê “di çarçoveya destûrê de û bi hevahengiya tam a her du aliyan” bên avêtin.
Daxuyanî wiha dom kir:
“Ji bo derbaskirina astengî û zehmetiyan û bi armanca parastina statu û destkeftiyên Herêma Kurdistanê, dê girîngiyeke taybet ji bo xurtkirina zêdetir a pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de bê dayîn.”
Li gel Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî jî beşdarî civînê bûn.
Infowelat
….………………………………………………
Foto: Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî