“Merasîma çekberdanê nuqteyeke pir giring e ji bo veguheztina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) a ji serhildana çekdarî ber bi polîtîkaya demokratîk. Ev yek, parçeyeke hewldanek berfirehtir e ku armanca wê bidawîkirina yek ji alozîya herî dirêj a li herêmê ye.”
France 24 nûçeyek bi sernivîsa “Şervanên PKKê wê bi merasîmeke giring li Kurdistana Iraqê çekan deynin.
Televîzyona navneteweyî ya dewleta fransî France 24 vê nûçeyê di malpera xwe ya bi îngilîzî de di manşetê de weşand.
Di destpêka nûçeyê de hat gotin, “PKKya di dawîya salên 1970î de ji alîyê Abdullah Ocalan ve hat damezrandin, di 1984an de çekan hilgirt û li hemberê Tirkîyeyê dest bi êrişên dijwar kir ku ev jî bû sebeba ji 40,000î zêdetir kesan.”
Di nûçeyê ji bo sebeba merasîma çekberdanê van gotinan hatin kirin:
“Merasîma çekberdanê nuqteyeke pir giring e ji bo veguheztina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) a ji serhildana çekdarî ber bi polîtîkaya demokratîk. Ev yek, parçeyeke hewldanek berfirehtir e ku armanca wê bidawîkirina yek ji alozîya herî dirêj a li herêmê ye.”
Hevdîtinên li Îmralîyê ji alîyê televîzyona fransî ve wekî “muzakereyên ne rasterast” hat pênasekirin.
Di vê mijarê de wiha hat gotin:
“Ev gav gaveke giring e ya di nava muzakereyên ne rasterast a di navbera Ocalan û Enqereyê de ku di çirîya pêşîn de bi erêkirina Recep Tayyîp Erdogan dest pê kiribûn, bi mehan dom kiribûn û ji alîyê Partîya DEMê ku mafên kurdan diparêze navbeynkarî hatibû kirin.”
Infowelat
———————————————–
Foto: Logoya France 24