Ermenistan û Azerbaycan li ser rêya aştîyê ne

Ermenistan û Azerbaycan bi hevdîtinên dawî bi lez ji xeta Rûsyayê dûr dikevin.

Peymana aştîyê ya di navbera her du welatan de wê bibe derbeyeke li hemberê hebûna Rûsyayê ya li başûrê Qefqasyayê.

Ermenistan û Azerbaycan li ser rêya aştîyeke mayîn de ne.

Serokê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û yê Azerbaycanê Îlham Alîyev li Mîrektîya Ereb dest bi hevdîtinê kirin.

Her du alî di civîna li bajarê Abû Dabîyê ku di 9ê tîrmehê de dest pê kir, dixwazin naveroka peymana aştîyê zelal bikin.

Di hevdîtinên berê de pêşnûmayeke ji bo aştîyê hatibû amadekirin.

Armanca her du lîderan ev e, dawî li alozîya çel sal in didome bê anîn.

Ermenistan berî niha, Tirkîyeyê jî civînin dualî lidarxistibû û navbera xwe çê kiribû.

Dostên berê yên Rûsyayê

Ermenistan û Azerbaycan du komarên berê yê Yekitîya Sovyetê ne.

Piştî hilweşîne Sovyetê, her du welat ketin bin bandora Rûsyaya Federal.

Lêbelê têkiliyên Rûsya û Ermenistanê bi dûv Şerê Qerabaxa Çîyayî xera bûn.

Azerbaycan bi desteka Tirkîyeyê vê herêma di bin kontrola Ermnistanê de dagir kir û 150,000 niştecîyên ermenî terka herêmê kirin.

Rûsyaya ku garantorê ewlekarîya Ermenistanê bû û hêza li Qerebaxê xwedî hêzeke aştîyê bû midaxaleyê Azerbaycanê nekir.

Herçî Azerbaycan e, wê jî di demên dawî de ji nêzîkî Îsraîl û Amerîkayê bû.

Ewil, têkiliyên Azerbaycanê bi Îrana ku hevalbendê Rûsyayê ye xera bû.

Paşê jî navbera Moskow û Bakûyê bi lez xera bû û Rûsya hin karsazên azerî destgîr kirin.

Jeopolîtîka başûrê Qefqasyayê

Rûsyaya ku li Ukraynayê serê wê di belayê de êdî nema dikare wekî berê bandorê li başûrê Qefqasyayê bike.

Êrîvan û Bakû nema ji bo lihevhatinê navbeynkarîya Moskowê daxwaz dikin.

Hevdîtinên li Mîrektîya Ereb nîşaneya herî beloq a vê realîteya nû ye.

Li aliyekî din, Parlamentoya Ermenistanê di destpêka sala 2025an de ji bo prosesa tevlîbûna Yekitiya Ewrûpayê qanûnekê qebûl kir.

Ev jî bû derbeyeke din a li hemberê bandora Rûsyayê ya li başûrê Qefqasyayê.

Niha li vê herêmê, bu tenê hikumeta Gurcistanê alîgirê Rûsyayê ye.

Lêbelê beşeke mezin a civakê li hember bê rewşê ye û loma jî welêt ne xwedî îstikrara polîtîk e.

Infowelat

————————————————

Foto: Hevdîtina şandeyên Ermenistan û Azerbaycanê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Fransa dewleta Filistînê nas dike

Li pêyî Îspanya, Norwêc, Îrlanda, Slovenya û Ermenistanê, Fransayê jî biryar da dewleta Filistînê nas …