Trump ji ber darizandina dostê xwe Bolsonaro tarîfeya li dijî Brazîlê derxist 50 ji %.
Lîderê amerîkî di heman demê de ji bo Bolsonaro nameyekê ji serokê Brazîlê re şand.
Navbera Amerîka û Brazîlê ji ber Bolsonaro xera dibe.
Trump darizandina Bolsonaro kir hincet û li dijî berhemên Brazîlê tarîfeya 50 ji % ragihand.
Donald Trump di heman demê de nameyekê jî ji serokê Brazîlê Luiz Inacio Lula da Silva re şand.
Lîderê amerîkî di nameyê de darizandina Bolsonaro bi gotinên tund şermezar kir.
Herwiha, Trump di platforma Truth Social de jî nivîsî “Dest nedin Bolsonaro.”
Brazîl piştî Kanadayê welatê duyemîn e ku herî zêde pola difiroje Amerîkayê.
Vî welatî di sala 2024an de 4 milyon ton pola firotibû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Loma jî vê baca zêde wê bandoreke zerab li aborîya vî welatî bike.
Bazirganîya her du welatan digihîhe nêzîkî 42 milyar dolarî.
Jair Bolsonaro ku serokê berê yê Brazîlê ye li Amerîkaya Latîn dostê herî nêzîk ê Trump bû.
Bolsonaro dabû ser rêya Trump û bi awayekî otorîter û gendel welêt birêve dibir.
Çima Bolsonaro tê darizandin?
Lîderê rastgir di hilbijartina 2022an de têk çû û Luiz Inacio Lula da Silvahat ser kar.
Bolsonaro alîgirên xwe provoke kir û di 2023an de gelek avahîyên dewletê rastî serdagirtinên sivîlan hat.
Di heman demê de jî Bolsonaro ji bo derbeyeke artêşê provoke kir.
Bolsonaro niha ji ber tevlîhevkirina Brazîlê û bi hewldana derbeya leşkerî tê darizandin.
Infowelat
————————————
Foto: Jair Bolsonaro