Lîderê amerîkî di civîna xwe ya bi serokê Îsraîlê re ji bo agirbesta Xezayê pozîtîf axivî.
Trump ji bo helwesta Hamasê ya agirbestê van gotinan kirin:
“Ew dixwazin li ser vê mijarê bicivin û ew vê agirbestê daxwaz dikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo agirbesta Xezayê zendûbendan badide.
Trump di hevdîtina Netanyahu ya Washingtonê de vê meseleyê careke din anî rojevê.
Lîderê amerîkî di civîna xwe ya bi serokê Îsraîlê re ji bo agirbestê pozîtîf axivî.
Trump ji bo helwesta Hamasê ya agirbestê van gotinan kirin:
“Ew dixwazin li ser vê mijarê bicivin û ew vê agirbestê daxwaz dikin.”
Trump di hevdîtinê de ji bo agirbestekê qebûl bike dor li Netanyahû teng kir.
Herçî Netanyahû bû, zêde ji xeta xwe ya hişt nehat xwarê û derbarê statuya filistînîyan de gotinên ne xweş kirin.
Serokê Îsraîlê nerazîbûna xwe ya ji bo avakirina dewleteke serwer a Filistinê îfade kir û got, “Îsraîl wê herdem kontrola ji bo ewlekarîyê li Xeta Xxezayê pêk bîne.”
Hevdîtinên li Qeterê
Hevdîtinên ji bo agirbesta li Xezayê di 6ê tîrmehê de li Qeterê dest pê kiribûn.
Şandeyên Îsraîl û Hamasê di odeyên cuda de bi navbeynkarîya Qeterê şertûmercên agirestê gotûbêj dikin.
Lêbelê heta niha di hevdîtinan de pêşketin pêk nehatîye.
Sefîrê taybet ê Trump Stewe Witkoff wê ber bi dawîya vê hefteyê tevlî hevdîtinên li paytexta Qeter Dohayê bibe.
Hamasê daxwaz dike Îsraîl bi tevahî ji Xezayê vekişe û sîstema belavkirina alîkarîya însanî ya bi destên Neteweyên Yekbûyî dest pê bike.
Şerê Îsraîl û Hamasê di 2023an de bi komkujîya Hamasê ya sivîlên Îsraîlê dest pê kiribû.
Îsraîlê bi êrişeke mezin û bomberana domdar Xezayê bersivê dabû.
Di encama êrişên Îsraîlê de di 22 mehên dawî de 57,523 kes li Xezayê hatin kuştin.
Infowelat
————————————-
Foto: Donald Trump û Benyamin Netanyahu