Konferansa kurd a li Parlamentoya Ewrûpayê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Di roja duyemîn a konferansê de beşdar di panelan de axivîn.
Konferansa kurd a li Parlamentoya Ewrûpayê hat lidarxistin, bi dawî bû.
19. konferansa ji alîyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) di navbera 26-27ê adarê de li avahîya parlamentoya li Brukselê hat lidarxistin.
Di roja duyemîn a konferansê de beşdar di panela bi navê “Di çarçoveya pêşketin û demokrasiyê de Yekîtiya Ewropa, Kurd û Tirkiye” axivîn.
Axêverên vê panele û parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, ji Partîya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt, ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Evîn Încîr, ji Partîya Çep a Denmarkê Per Klausen, ji Partiya Çep a Fînlandê Li Anderson û Ji Partiya Çep a Fransayê Leyla Chaibi bûn.
Bername bi lidarxistina bi panela pêncemîn bi dawî bû.
Beşdarên bernameya pêncemîn ku bi moderatorîya Delal Aydin hat lidarxistin, ev bûn:
Ji Enstituya Tundiya Malbatî, Ol û Koçberan Şîlan Fuad Hisên û ji Komîteya Têkîliyên Derve ya Kongraya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç.
Sjosted cotstandardîyê rexne kir
Jonas Sjostedt cotstandardîya dinyayê ya di meseleya kurd de rexne kir û got, eleqeya ji bo Ukraynayê tê nîşandan, ji bo Filistîn û Kurdan nayê nişandan.
Sjostedt wiha dom kir: “Ji bo her kes bikaribe serbestî bi ziman û ola xwe bijî, demokrasî ferz e. Melayên li Îranê, Erdogan ê li Enqereyê û îslamîstên li Sûriyeyê naxwazin sîstema kurdan ji bo hemû gelan pêk were.”
Sjostedt helwesta partîya duyemîn a Tirkîyeyê CHPê ya ji bo kurdan jî bi van gotinan rexne kir:
“Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo her kesî demokrasiyê dixwazin. Ez difikirim ku ev girîng e. Li Tirkiyeyê CHP bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû ye. Îmamoglû hevrikê sereke bû û ji aliyê Erdogan ve hat girtin. Niha li bajarên Tirkiyeyê gel daketine kolanan. Lê diviyabû CHP li hemberî êrîşên li ser Kurdan bêdeng nebûbana. Bi piştgiriya CHP’ê parlamenteriya HDP’iyan hat rakirin.”
Evîn Încîr: Li Ewrûpayê rasta radîkal xurt dibe
Evîn Încîr balê kişand ser serdestîya rastgiran a li Parlamentoya Ewrûpayê û wiha axivî:
“Li PEyê tevgerên rastgir xurtir bûne. Rastgirên radîkal li seranserê Ewrûpayê zêde dibin. Lê li aliyê din, çend meh berê li amerîkayê hilbijartin çêbû û serokekî dijdemokratîk hat ser kar. DYA jî demokrasiya xwe binpê dike. Trump fikrên bingehîn ên ku heta niha hatine qebûlkirin, bin pê dike.”
Anderson: Tifaqa navneteweyî pêwîste
Wekîlê ji Fînlandê Anderson jî qala guherîna qada navneteweyî ber bi polîtîkayên rastgirîyê ve bi van gotinan îfade kir:
“Niha em dikevin serdemek nû. Dema ku mijar tê ser siyaseta cîhanî, hatina ser kar a Trump li DYAyê ji bo kurdan, filistîniyan, ukraynîyan û gelên din neyînî tê dîtin. Dema ku Trump û Pûtin bi hev re tevdigerin cesaretê didin Netanyahû. Ev rewş cesaretê dide Erdogan. Divê em li hemberî vê yekê tifaqa navneteweyî ava bikin. Divê em li dijî wan têbikoşin.”
Leyla Chaibi: Berdana çekan rê li ber aştîyê vedike
Endamê Parlamentoya Fransayê Chaibi bi van gotinan qala banga Abdulah Ocalan kir û desteka xwe ji bo kurdan ragihand:
“Em ji bo kurdan di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Banga birêz Ocalan şoreşeke demokratîk, aştiyane vedibêje. Me banga Ocalan bi vî awayî fêm kir. Berdana çekan wê rê li ber aştîyê veke. Di heman demê de wê ji hêvîya gelê kurd re bibe bersiv. Êdî Erdogan bi hincetên berê wê nikaribe êrîşî kurdan bike. Divê em têkoşîna xwe bidomînin.”
Şîlan Fuad Hisên: Têkoşîna jina kurd bi femînîzmê re bû yek
Şîlan Fuad Hisên got têkoşîna jinên kurd bi femînîzmê re bûye yek û veguherîye meseleyeke cîhanî.
Axêvera jin gotinên xwe wiha dom kir:
“Jin li Rojava li dijî hişmendîya baviksalarî derketin. Li gorî sîstema ku ava kirin, ji komê herî biçûk heta meclîsa herî mezin hevserokek jin û hevserokek mêr heye. Ev dihêle ku jin rolekî rast bilîzin. Tevgera jin li girtîgehên Amedê, li Rojava, li qadên gerîla derketiye holê.
Nilufer Koç: Ji dîktatoran daxwaza demokrasîyê nekin
Koç di axaftina xwe de hem destekê da banga Ocalan hem jî li hemberê bendewarîya ji rejîmên otoriter helwest nîşan da:
Aktîvîsta dîplomasîya kurd Koç wiha axivî:
“Divê em li dijî şer û rejîmên otorîter demokrasiyê teşwîq bikin. Eger em qala demokrasiyê dikin, divê demokrasiyê biparêzin. Eger em qala hêviyê bikin, girîng e ku em li siyaseta kurd binêrin. Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dema ku di 27ê sibatê de banga xwe kir, xitabî her kesî kir. Di vir de derfetekî girîng heye. Divê em vê derfetê bi kar bînin. Dem hatîye ku gelê kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Em divê bibin aktorên vê guherînê. Ji dîktatoran daxwaza demokrasiyê kirin, bi kêrî tu tiştî nayê. Pêwîstiya Trump an jî Erdogan bi demokrasiyê tune ye.”
Infowelat
———————————————
Foto: Dîmeneke ji panela 4. Konferansa EUTCCyê