Rûsya seranserê Ûkraynayê bombebaran kir

Rûsya piştî demekê dîsa bi ser bajarên Ûkraynayê de fuze barandin

Sebeba vê êrişê teqîna li ser Pira Kerçê ya li Kirimê bû

Di êrişê de 11 kes jatin kuştin, 64 kes birîndar bûn

Encamên teqîna li ser Pira Kirimê ya li başûrê Ûkraynayê bi bûyerên nû mezintir dibe.

Vladimir Putin piştî bûyerê gefa êrişên berfireh li Ûkraynayê xwar.

Serokê Rûsyayê got, “Eger êrişên terorîstî yên li dijî Rûsyayê berdewam bike, wê bersiva Moskowê gelek hişk be.”

Putin di axaftina xwe de destnîşan kir, Ûkrayna hewl daye êrişî santrala nukleer a Kurskê û xeta gazê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de jî bike.

Bi vê axaftinê re artêşa Rûsyayê ket nava hereketê û êrişên fuzeyan ên berfireh bi ser bajarê Ûkraynayê de barand.

Hedefa van fuzeyan binesaziya sereke ya Ûkraynayê bû.

Ûkraynayê ragihand, di encama êrişê de 11 sivîl hatine kuştin û 64 kes jî birîndar bûn e.

Hin ji fuze li navenda avahiyên sivîl jî ketin û ligel windahiyên însanî, bû zirara ziyan û zirarê.

Ûkraynayê ragihand, di encama êrişê de 11 sivîl hatine kuştin û 64 kes jî birîndar bûn e.

Bi dûv êrişan re, serokê Ûkraynayê Zelensky bi vîdyoyekê xîtabî raya giştî kir.

Zelensky çi got?

Zelensky got, bi dehan fuzeyên bi navê Şahed ên Îranê di bombebaranê de hatine bikaranîn.

Zelensky navê bajarên Ûkraynayê yên rastî êrişê hatine yek bi yek got û da zanîn armanca êrişan hilweşandina sîstema binesaziya enerjiyê ye.

Detayek balkêş a di axaftina serokê Ûkraynayê de cî girt, derbarê Îranê de bû.

Zelensky got, bi dehan fuzeyên bi navê Şahed ên Îranê di bombebaranê de hatine bikaranîn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …