Hevkariya leşkerî ya Bexda û Hewlêrê

Rêvebiriya Iraqê ji nişkave diyar kiribû ew ê parastin û ewlekariya bajarê Kerkûkê ji PDK’ê re bihêle. Tê ragihandin rêvebiriya Iraqê piştî hevdîtinên bi Amerîka û Brîtanyayê re ev biryar da ye û ev yek wê di dîzayna nû ya Iraqê de bibe qonaxeke sereke.

Çiyayên Hemrînê ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de dirêj dibe careke dibe yek ji navendeke rêxistina cîhadîst DAIŞê.

Di 2019’an de bi desteka hêzên Koalîsyonê li van çiyayan operasyoneke mezin hat lidarxistin û dawî li hebûna DAIŞ’ê hat anîn.

Artêşa Iraqê gelek pesnê xwe bi vê operasyona da û bi rojan propagandaya wê di medyaya welêt de hat kirin.

Lê piştî vekişîna artêşê, çekdarên rêxistina hov careke din vegeriyan herêmê û ji baregehên xwe yên veşartî dest bi êrişan kirin.

Bi taybetî, di hefyeyên dawî de êrişên di nava sînorên Wîlayeta Selahadînê de zêde bûn û gelek peşmerge jiyana xwe ji dest dan.

Çiyayên Hemrînê girseyeke ku xwedî 600 km dirêjahî û 40 km firehiyê ye. Girseya ji gelek şikeft û tunelan pêk tê û lewma jî DAIŞ careke din ev der kir stargeheke xwe.

Helbet di hedefa DAIŞê de ne tenê pêşmerge, lêbelê hêzên ewekariyê yên Iraqê û bi taybetî jî hêza paramîlîter Heşdî Şabî jî hebû.

Lewma jî rêvebiriyên Bexda û Hewlêrê ji bo hevkariya li dijî DAIŞ’ê dest bi hevdîtinan kirin.

Hêza hevpar Kurdistan-Iraqê

Paşê jî her du alî ragihand, wan ji bo têkoşîna hevpar li hev kirine û ew ê li dijî vê rêxistina xwînrij navendeke operasyonê ava bikin.

Di çarçoveya peymanê de wê du tûgayên ji 8 hezar leşkeran pêk tê, bê damezirandin.

Hêza hevpar ji Selahaddînê heta Kerkûk û Diyalayê, wê li hemû deverên Çiyayên Hemrînê bê bicîkirin.

Hêjayî gotinê ye, kurtedemek berê di warê hevkariya Hewler û Bexdayê de, li dora meseleya Kerkûkê pêşveçûnek pêk hatibû.

Rêvebiriya Iraqê ji nişkave diyar kiribû ew ê parastin û ewlekariya bajarê Kerkûkê ji PDK’ê re bihêle.

Tê ragihandin rêvebiriya Iraqê piştî hevdîtinên bi Amerîka û Brîtanyayê re ev biryar da û ev yek wê di dîzayna nû ya Iraqê de bibe qonaxeke sereke.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 6. a LEWergerê hat weşandin

Kovara wergerê LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin. Kovar 64 rûpel in û tê …