Tirkiye û Îran li başûr 425 sivîl kuştin

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakî ya Amerîkayê ya li Kurdistana Iraqê (CPT) ragihand, 425 sivîl li başûr ji ber êrişên Tirkiye û Îranê hatine kuştin.

Rapor nîşan dide, berpirsê ji % 83 yê zirara gihîştîye sivîlan Artêşa Tirk e.

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakî ya Amerîkayê ya li Kurdistana Iraqê (CPT) raporeke derbarê windahîyên sivîl yên li herêmê weşand.

Rapora berfireh ji agahîyên derbarê windahîyên sivîl pêk tên ku di encama êrişên Tirkiye û Îranê de derketine holê.

Di raporê de windahîyên sivîl ên bi kîtekît ji 1991an û heta îro cî digirin.

Rapor nîşan dide, di encama artêşên herdu dewletan de 425 sivîl hatine kuştin û 420 ji wan birîndar bûne.

Herwiha, gelek wargehên sivîlan hatine valakirin, xwezaya herêmê tevlî binesazîya sivîl hatîye hilweşandin.

Encamên êrişên Tirkiyeyê:

  • Berpirsê ji % 83 yê zirara gihîştîye sivîlan Artêşa Tirk e
  • 344 sivîl hatine kuştin û 358 ji wan birîndar bûne
  • Ji % 39ê kuştin û birîndarbûna sivîlan di navnera 2918-2024an de pêk hatîye
  • Bi hezaran kes terka 170 gundan kirine
  • Rîska valakirina 602 gundên din heye
  • Windahîyên sivîl ên encama êrişên Tirkiyeyê de pêk hatine (15 hezîran- 15 tîrmeh 2024)/Rapora CPT

Êrişên Pasdaran Îranê

  • Îran ji sala dawî ya şerê bi Iraqê re (1988) dem başûrê Kurdistanê bombebaran dike
  • Supayê Pasdaran berpirsê ji % 17 yê êrişan e
  • 81 sivîl hatine kuştin û 62 ji wan birîndar bûne

Hewlêr alîkarî neda maxdûran

Parlamentoya Iraqê di 2009an û di 2015an de bi du qanûnan biryara alîkarîya  maxdûrên êrişên Tirkiye û Îranê da.

Di çarçoveya van qanûnan de wê malbatên maxdûran wan alîkarîya fînansî ji dewletê wergirtibana.

Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê jî bi Qanûna 57 a 2015an biryara alîkarîyê da.

Bi vê qanûnê wê maxdûrên êrişan wekî “şehîd” bihatana qebûlkirin û alîkarîya madî ji malbatan re bihatana şandin.

Tevî vê  jî, hikumeta başûr ji % 46ê kesên hatin kuştin “şehîd” qebûl nekir û tu alîkarî neda malbatan.

——————————–

Foto: Nexşeya windahîyên sivîl ên li başûrê Kurdistanê/Malpera CPT

Infowelat  

9 gund li başûrê Kurdistanê hatin valakirin

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …