Arşîvên Tag: komunîzm

Yekitiya Sovyetê 30 sal berê hilweşiya

  Di 26’ê kanûna 1991’an de ala sor a Yekitiya Sovyetan  ji ser Qesra Kremlînê hat daxistin. Bi vî awayî dawî hebûna dewleta ku xwe wekî komunîst bi nav dikir hat anîn. Rojek beriya vê, serokê Sovyetaan Mîkhaîl Gorbaçov bi daxuyaniyeke dîrokî biryara bidawîanîna Yekitiya Sovyetê ragihandibû. Gorbaçov sebeba jiholêrakirina …

Bêtir »

Rosa Luxemburg (1871-1919) 15’ê Çileyê salvegera kuştina teorîsyenê Marksîst, fîlozof û şoreşgera alman Rosa Luxemburg’e. Luxemburg di 1871’an de li Zamoch’a li Polonyayê wekî endamekî malbateke cihû hat dinyê. Ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî Luxemburg cezayê girtîgehê girt û mecbûr ma ku derbasî bajarê Zurichê ya Swîsreyê bibe. Luxemburg li wir aboriya polîtîk xwend û ji aliyekî ve jî xebatên xwe yên şoreşgerî domand. Şoreşgera mezin, di 1898’an de tevlî Partiya Sosyal Demokrat a Alman bû û di nava vê partiyê de dest bi nivîsên xwe yên şoreşgerî kir. Di 1918’an de tevlî Karl Liebnecht Partiya Komunîst a Alman damezrand û ji bo şoreşeke alman xebatên xwe kûr kir. Mixabin di 1919’an de Luxemburg û du hevalên wê ji aliyê leşkerên artêşa alman ve hatin girtin. Piştî lêpirsînê Luxemburg û Liebnecht hatin kuştin û leşkeran cendekên wan avêtin çemekê. Dema hat kuştin Rosa Luxemburg 48 salî bû.

Bêtir »