Sempozyûma Reda Wijdanî dest pê kir

 

 

 

Di rûniştina yekemîn a Sempozyûma Reda Wijdanî de hat destnîşankirin ku Reda Wijdanî mafeke mirov a bingehîn e.

Sempozyûma ku ji aliyê Komeleya Reda Wijdanî hat lidarxistin, di 5’ê Îlonê de li Stenbolê dest pê kir. Di rûniştina yekemîn a sempozyûmê de li ser mijara xizmeta mecbûrî ya leşkerî nîqaş hatin meşandin.

Di rûniştina yekemîn de Hevserokê Komeleya Reda Wijdanî Merve Arkun got ku di komkujiya 20 Tîrmehê ya li Sirûcê (Pirsûs) Polen Unlu û Alper Sapan ku her du çûyina leşkeriyê red kirine hatine kuştin û diyar kir ku “wê têkoşîna aştiyê êdî gurtir bibe.” Arkun destnîşan kir ku şer bi tenê ne li ser kesên mêr lê li ser jinan jî bandoreke neyînî dihêle û jin tên tazîkirin û teşhîrkirin.

Akademîsyen Ebrû Sevgîlî ya ji Zanîngeha Hacettepeyê di axaftina xwe de li ser mijara leşkeriyê û reda wijdanî ya di dema Osmanî de agahî dan û wiha axivî: “Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di artêşa Osmanî de nîv milyon firarî hebûn.” Sevgîlî pê de çû got ku di dema Osmanî de li dijî kesên ku di dema xwe de nediçûn leşkeriyê ihn ceza hebûn.

“Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di artêşa Osmanî de nîv milyon firarî hebûn.”

Doç.Dr. Mûrat Sevînçê ji Zanîngeha Enqereyê di axaftina xwe ya bi navê “Reda Wijdanî ya di nava maf û azadiyên bingehîn ê destûra bingehîn de” got ku qanûna leşkerî Destûra Bingehîn îhlal dike û wiha dom kir: “Kesên Reda Wijdanî ya xwe diyar dikin, ji dema ku daxwazên xwe îfade dikin û pê ve bi dewletê re rû bi rû dimînin. Dewlet kesên ku reda wijdanî diyar kirine, bi hinceta ku ew bi ‘mêranî û zayendîparêziyê” re li hev tevnagerin ceza dike. Ev, li dijî hiqûqa mafên mirov e.”

vicdani-ret_3

Davût Erkan ku endamê lîjneya rêvebiriyê yê Komeleya Reda Wijdanî ye û parezerê komeleyê ye li ser binpêkirina mafên kesên ku naçin leşkeriyê sekinî û wiha axivî: “Mafên perwerdeyê yê mirovan ji destên wan tên girtin. Kesê ku dema leşkeriya wî hatibe û neçûbe û serî lê nedabe nikare li ber dewletê doza mafên xwe bike. Ew nikare bi awayekî fermî bizewice û Destûra Bingehîn asteng dike ku ew kes di hilbijartinan de namzetiya xwe diyar bike. Kesên di vê rewşê de bi tirsa ku ew ê bên girtin nikarin dengên xwe jî bidin. “

“Baregehên leşkerî ciyê ku îdeolojî vediguhere mekaneke çandî ye.”

Di rûniştina duyemîn de Hevserokê Komeleya Reda Wijdanî Doçentê Cîgir Dr. Omer Tûranê ji Zanîngeha Bîlgiyê li ser “îdeolojiya leşkeriya ferz û çanda mîlîtarîst” sekinî û got ku artêş hem saziyeke zorê ye hem jî yê îdeolojîk e. Tûran diyar kir ku “dewlet takekesan bi talîmatan bi rê ve dibe û wekî mekaneke hiyerarşiyê baregehên leşkerî dike xwedî çandeke berfireh. Baregeh ciyê ku îdeolojî vediguhere mekaneke çandî ye.”

Nivîskarê pirtûka “Miletê Mêr Miletê Leşker” Nûrselî Yeşîm Sunbuloglû di vê rûniştinê de got ku “dewlet derfetan pêk tîne ku beşdariya şer ji bo mêran wekî hêmana qehramaniyê bê dîtin” û mîlîtarîzm bi armanca meşrûiyeta li ser girseyan, artêşê wekî navgîn bi kar tîne.

“Di zimanê rojane ya leşkeriyê de zimanê ku bilindbûna  tirkbûnê îfade dike serdest e.”

Nivîskar Tanil Bora jî di axaftina xwe de îfade kir ku artêş neteweperestiyeke li ser bingeha nîjadê dimeşîne û wiha pê de çû: “Di zimanê rojane ya leşkeriyê de zimanê ku bilindbûna  tirkbûnê îfade dike serdest e. Bi mîlîtarîzmê em dibînin ku îdeolojiya leşkerî li her aliyê jiyanê belav dibe. Artêş û leşker xwe wekî navgîna nasnameya neteweyî dibînin. Kesên ku çûne leşkeriyê, ji ber ku tirkbûnê pejirandiye û dema pêwîst be dikare canê xwe jî bide, xwe ji welatiyên din bilindtir dibîne.”

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …