Roja Navneteweyî ya Qurbanên Bi Zorê Hatine Windakirin

 

 

 

NY texmîn dike ku li cîhanê li derdora 43,000 kes winda ne û van kesan bi zorê hatine windakirin.

Duh, Roja Navneteweyî ya Qurbanên Bi Zorê Hatine Windakirin bû. Di sala 2010’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) bi biryarekê 30’ê Tebaxê wekî Roja Navneteweyî ya Qurbanên Bi Zorê Hatine Windakirin qebûl kir.

NY texmîn dike kul i cîhanê li derdora 43,000 kes winda ne û van kesan bi zorê hatine windakirin. Peyva “windakirina bi zorê”, tê wateya bi armanca belavkirina tirsê ya di nava civakekê de stratejiya bi zorê revandina mirovan. Digel ku piraniya qurbanên vê bûyerê tên kuştin, hin ji wan tê îşkencekirin û derdixin derveyê welat.

Pêşniyaza diyarkirina rojeke navneteweyî ya bi vî rengî ji aliyê Federasyona Amerîkaya Latîn a Kesên Hatine Binçavkirin û Windakirin hat kirin. Ev, rêxistineke herêmî ye ku hemû rêxistinên mafên mirov ên ji bo eşkerekirina heqîqetê xebatê dikin, aniye cem hev.

desaparecidos2

Windakirinên bi zorê di dema dîktatoriyên leşkerî yên Amerîkaya Latîn ku di salên 1970 û 1980’yan de li gelek welatên li herêmê li ser kar bûn, bû mijareke global. Hemû rejîmên leşkerî li dijî mixalefeta şoreşger vê stratejiyê bi kar anîn.

Dîktorê Arjantînê yê wê demê General Jorge Rafael Videla di derbarê vê mijarê de vê daxuyaniyê dabû çapemeniyê: “Ew ne mirin e û ne jî dijîn, ew windabûne.”

Paşê hat eşkerekirin ku piraniya rejîmên dîktatoriyê bi armanca meşandina windakirinên bi zorê ên sîstematîk planeke bi navê Plan Condor meşandine û Bolîvya, Arjantîn, Ûrûgûay, Brezîlya, Şîlî û Paraguay beşdarê vê planê bûne.

Înfowelat

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …