Pêşdibistanên Hesekê bi sê zimanan dest bi perwerdeyê dikin

 

 

 

Berpirsa Saziya Jinê Kantona Cizîrê Amîna Omar di derbarê amadekariyên perwerdeya sala nû de agahî dan çapemeniyê. Amîna got ku wê di pêşdibistanên li kantonê bi sê zimanan perwerde bê dayîn.

Omar van agahiyan da: “Piştî ku li kantonê 8 pêşdibistan vebûn, me ligel projeyên herî dawî ya saziyê, pêdiviyên pêşdibistanan peyde kir. Em ê niha  li ser daxwazên gelê li herêmê, li sê taxên Hesekê yên bi navê Çelaxan, Til-Temir û El-Ezîziyeyê sê pêşdibistan vekin.”

Omar got ku mamosteyên pêşdibistanan wê bi mifredata nû zarokan bi zimanên kurdî, erebî û suryanî perwerde bikin. Di mifredatê de metodên perwerde û hîndekariya zarokan, nivîsandina tîpan, çîrokên zarokan û evîna ji bo welat cî digire.

Di daxuyaniya xwe de Omar diyar kir ku mamoste li Akademiya Celadet Bedirxan a li Qamişloyê di warê meşandina mifredata kurdî de perwerde bûne.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …