Kovara îtalyan: “Serhildana li hember siltan”

Kovara jeopolîkê ya îtalyan Limes hejmara xwe ya Hezîranê ji bo bûyerên li Tirkiyeyê veqetand. Di sernivîsa li ser berga kovarê  de “Zarokên Siltan” cî girtiye û  li kêleka wê jî “Bûyerên Taksîmê Tirkiyeyê hejand. Gelo dawiya modela Erdogan e?” hatiye nivîsandin.

Kovara ku ji 200 rûpelan pêk tê bi sê beşan li ser hemû pêvajoya berxwedana Taksîmê, helwesta hêzên dewletê û polîtîkayên dewletê sekiniye. Beşa yekemîn a bi navê “Serhildana li hember siltan” bi berfirehî li ser karaktera serhildana li hember Erdogan sekiniye.  Di beşa duyemîn a bi navê “Reaksiyon û îktîdara tirk” bersiva hikumetê û helwestên hêzên ewlekariyê, mixalefetê û gelê kurd ên li hember berxwedanê  hatiye analîzkirin. Beşa dawiyê jî ku ya herî dirêj e, bi navê “Di tsûnamiya Ewropa û Derya Spî de dijwariyên li hember Erdogan”  analîzên di derbarê problemên di encama polîtîkayên derve yên Enqereyê ku di van salên dawî de hatine meşandin, hatine weşandin.

Limes kovara herî girîng a îtalyan e ku di 1993’an de dest bi weşanê kiriye û ji mehê carekê tê weşandin. Di her hejmarê de hemû rûpelên kovarê ji bo mijareke girîng a ku li cîhanê qewimî ye tê veqetandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …