Endamên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Piştî hevdîtinê raya giştî li bende bû daxuyanîyeke berfireh bê dayîn.
Lê dewsa vê de daxuyanîyeke kurt hat dayîn ku tê de Ocalan îşaret bi hevkarîya pozîtîf û aştîyê kir.
Hevdîtîna şandeya DEM Partîyê ya bi Abdullah Ocalan re pêk hat.
Piştî hevdîtinê daxuyanîyeke kurt hat dayîn ku tê de Ocalan îşaret bi hevkarîya pozîtîf û aştîyê kir.
Lê dewsa vê de daxuyanîyeke kurt hat dayîn ku tê de Ocalan îşaret bi hevkarîya pozîtîf û aştîyê kir.
Endamên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Piştî hevdîtinê raya giştî li bende bû daxuyanîyeke berfireh bê dayîn.
Lê dewsa vê de daxuyanîyeke kurt hat dayîn ku tê de Ocalan îşaret bi hevkarîya pozîtîf û aştîyê kir.
DEM Partîyê ragihand wê piştî sere salê daxuyanîyeke berfireh bê dayîn.
Daxuyanîya her du endamên DEM partîyê wiha ye:
“Di 28’ê kanûna paşîn de 2024an de me li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anîn. Tenduristiya wî baş bû, moralê wî gelekî bilind bû. Nirxandinên wî yên ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd gelekî girîng bûn.
Me di hevdîtinê de bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin. Birêz Ocalan li hemberî senaryoyên siberojeke tarî yên têne ferzkirin, pêşniyarên çareseriyê yên pozîtîf pêşkêş kir.
Fikir û nêzîkatiyên wî bi giştî di vê çarçoveyê de ne:
– Jinûvexurtkirina xwişk û biratîya tirk-kurdan hem berpirsyariyeke dîrokî ye, hem jî ji bo çarenûsa gelan gelekî girîng û pêwîst e.
– Ji bo prose bi ser bikeve pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê hesabên xwe yên teng û demkî bidin aliyekî, bi înîsiyatîf rabin, bi çêkerî tevbigerin û tevkariyeke pozîtîf bikin. Yek ji zemînên herî girîng ên vê tevkariyê jî bêguman TBMM (Parlamentoya Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê) ye.
– Bûyerên ku li Xeze û Sûriyeyê qewimîn raxistin pêş çavan ku bi midaxaleyên ji derve re hewl didin vê pirsgirêkê bikin kangren. Loma çareseriya vê pirsgirêkê jî gihîştiye wê astê ku êdî nabe bê paşvexistin. Ji bo karekî li gorî vê cidiyetê bê kirin û bi ser bê xistin, tevkarî û pêşniyarên muxalefetê jî hêja ye.
– Ez xwedî wê hêz û biryardariyê me ku bi rengekî pozîtîf tevkariya pêwîst li paradîgmaya nû bikim ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz dane wê.
– Heyet wê vê nêzîkatiya min hem bi dewletê re hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de amade me ku gava pozîtîf a pêwîst biavêjim, bangawaziya pêwîst bikim.
– Ev hemû hewldanên me wê welêt bigihîne wê asta ku heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk bibe rêberekî gelekî bi qîmet û hêja.
– Dem ji bo Tirkiye û herêmê dema aştî, demokrasî, xwişk û biratiyê ye.
Li gel rêz û hurmetên xwe ji bo raya giştî.”
Infowelat
——————————————–
Foto: Abdullah Ocalan tevlî Sirri Sureya Onder û Pervin Buldanê