Nûnergehên Olî li Herêma Kurdistane tên vekirin

 

 

 

Li gorî yasaya hejmar” 5 “ ku taybete bi Ol û Ayîn û kêm Netewa li Herêma Kurdistanê ku di meha Nîsana îsal de ji aliyê perlemana kurdistanê hat pejirandin,  pêwîste hemû Ol û Ayîn û Netewe li herêma kurdistanê nunerên xwe di sazyên hikumetê de hebin.

Merîwan Neqşbendî Şêwermendê wezareta karubarên Olî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand” niha piştî pejirandina yasaya hejmare ” 5” peyrewkar û oldarên Kakeyî, Zerdeştî, Yehudî û Behayî daxwazkirye ku nuneratyên wa hebin û niha di wezaretê de nunerên xwe hene.

Merîwan Neqşbendî bo Sputnîk Kurdistan xuyakir piştî derketina wê yasayê yekem car Oldarên Kakeyî daxwazkirin ku nuneratya xwe di wezareta karubarên olî de ya hikumeta herêma kurdistanê vebiken û di piştr oldarîn Zerdeştî û Yehudî û Behayî jî xwestin ku wan jî nuneratî hebe.

Herweha xuyakir ev Ol tevî li herêma kurdistanê hebûn, lê jiber hatina îslamî û hin sedemên din piranya kesên oldarên Zerdeştî û Behayî û ji olên din jî, cih û warên xwe hêlan û ji navçeyên herêma kurdistanê derketin û niha careke din divê bi awayekî azad mil bimlê olên din li herêma kurdistanê ew jî oldarya xwe biken.

Herwesa got: Ligor yasaya hejmare “5 “ pêwîste li ser hikumeta herêma kurdistanê piştevanya wan olan bike û alîkaryên maddî jî jêre bike jiboy ku  bikarin peristgeh û mizgeft û cihên olyên xwe ava û nujen biken û di warê rewşenbîrî de jî senter û bingehên taybet bi çanda xwe vebiken.

Sebaret  pirsgrêka mulkên peyrewkarên wan ola û eger vegerin bo herêma kurdistanê dikarin mulkên xwe bidest bînin, Merîwan Neqşbendî got: belê ligor yasayê ew kesên ku tepo û senda mulkên wan heye  di karin bi rêya sazyên havldarên hikumeta herêma kurdistanê daxaza vegerandina mulkên xwe biken û carekedin bidest bînin.

Herweha tekez kir ku li hîç welatekê Islamî li Cîhanê yasayek weha taybet bi mafên Olên lihevcuda nîne û bo yekem care di Cîhana Islamî de yasayek weha bihê pejirandin û mafên tev Ola weku hev biparêze, lê piştî derketina vê yasayê hejmareke Cuhyan vegerayne kurdistanê û dest bikarên xwe kirye û dixazin livir jîyana xwe derbas biken.

Vê gotarê cara pêşiyê di Sputnik Kurdistan de hatiye weşandin.

a

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …