Myanmar bi serhildêran re agirbestê îmze dike

 

 

 

 

Peymana agirbestê ku demeke dirêje gelên Myanmarê li bendê ne wê di 15’yê Cotmehê de di navbera hikumetê û rêxistinên çekdar ên serhildêr re bê îmzekirin. Lê hat ragihandin ku wê agirbest bi hemû serhildêran re neyê îmzekirin.

Li gorî muzakerevan radigihînin, wê hikumeta Myanmarê bi heft rêxistinên serhildêr re peymana agirbestê îmze bike û lewma jî mirov nikare bêje ku vê peymanê xwedî taybetiyeke “neteweyî”ye. Heft rêxistinên ku wê peymanê îmze bikin ev in: Eniya Demokratîk a Xwendekarên Hemû Myanmarê, Partiya Rizgariya Arakanê, Eniya Neteweyî ya Chin, Partiya Demokratîk a Karen, Partiya Rizgariya Neteweyî ya Karen-Konseya Aştiyê, Yekitiya Neteweyî ya Karen û Partiya Rizgariya Neteweyî ya Pa-O.

Li gorî pêşnûmaya peymana agirbestê, piştî îmzekirina peymanê di nava 90 rojan de diyaloga polîtîk wê dest pê bike. Aliyê ku peymanê îmze nekiribin wê bibin xwedî mafê şopandina muzakereyên polîtîk lê wê destûr neyê dayîn ku ew beşdarê muzakereyan bibin.

Tê payîn ku Yekitiya Ewropayê (YE) û nûnerên hikumetên cîranên Myanmarê beşdarê merasîma peymana agirbestê bibin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …