Mafên ziman ê tîmoriyan tê binpêkirin

Li Tîmora Rojhilat dibistanekê biryarê da ku kesê ku ji bilî zimanê portekîzî bi zimanekî din biaxive wê ceza bike. Di nava van zimanên ku nayê xwestin xwendekar pê biaxivin,  zimanê fermî yê Timora Rojhilat tetûm jî heye.

Rojnameya Timor Postê radigihîne ku gerînendeyê dibistaneke li welat Fernanda Belo daxwaz kiriye ku zarok bi tenê zimanê portekîzî biaxivin û “kesên ku bi vî zimanê nizanibe bêdeng bimîne çêtir e.” Li gorî nûçeyê, li xwendekarên ku bi zimanekî din biaxive $1 ceza tê birîn. Hêjayî gotinê ye ku axaftina zimanê tetûm jî ku ligel portekîzÎ zimanê fermî yê welat e, hatiye qedexekirin.

Lê gerînendeyê dibistanê li ser pirsên rojnameyê, ji bo vê mijarê xwe parastiye û gotiye ku “dê û bav vê biryarê qebûl dikin. Gerînende Belo diyar kiriye ku armanca wan ev e ku xwendekar bêtir bikaribin bi portekîzî biaxivin.Timor-Leste_map2

Tîmora Rojhilat di 2002’an de serxwebûna xwe bi dest xist û digel ku portekîzî kêm dihat axaftin, ji ber mîrateya kolonyal a li welat, zimanê portekîzî jî wekî zimanê tetûm kir zimanê fermî. Lêkolînekê 10 sal piştî vê demê derxist holê ku bi tenê ji % 15 civakê bi portekîzî diaxivin. Ligel portekîzî, li seranserê welat 20 ziman û zaravayên cihê ji aliyê civaka Tîmorê ve tê axaftin.

Mifredata Perwerdeyê ya Bingehîn a welat ku di 2015’an de hatiye qebûlkirin diyar dike ku di mijara perwedeya duzimaniyê de divê van gavan bên avêtin: a- pêvajoya perwerdeyê divê bi devkî dest pê bike û paşê li dûv xwendinê nivîsandin were; b- pêşveçûna ji zimanê tetûm ber bi portekîzî ve (bi fêrkirina xwendin û nivîsandina tetûmê dest pê dike); c-dema xwendin û nivîsandina tetûm û portekîzî ya di çerxa yekemîn de ne wekî hev e (tetûm wê zêdetir be) û wê vê demê di çerxa duyemîn de wekî hev be; d- bi mebesta fêrbûna naveroka xwendin û nivîsandinê divê pêşiyê bingeha her du zimanên fermî bê zexmkirin (pêdivî bi zimanên dayikê û neteweyî yên din tune ye).

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …