Li Washingtonê bîranîna Martin Luther King

Piştî ku 50 sal di ser axaftina navdar a aktîvîstê reşik Martin Luther King derbas bû, şopgerên wî îsal carekê din wî bibîr anîn. Roja 28’ê Tebaxê bi dehezaran kes bi armanca bîranîna lîderê reşikan King û meşa reşikên amerîkî ya bi navê Meşa ber bi Washingtonê de ku di 28’ê Tebaxa 1963’an de pêk hatibû, li Washingtonê kom bûn.

Ji bo ewlekariya çalakiyên vê rojê, tedbîrên berfireh hatin girtin û li ser riyên diçin ciyê xwepêşandanê niqteyên lêgerînê hatin çêkirin. Digel van tedbîran û germa Tebaxê jî, gelek kes beşdarê meşê bûn û piraniya beşdaran bi riya ku meşvanên 50 sal berê tê re derbas bûbûn, hatin ciyê xwepêşandanê ya li ber Abîdeya Lincoln.

Serokê DYA’ê Barack Obama jî li ber Abîdeya Lincoln beşdarê bîranînê bû li vir axaftinekê kir. Obama di axaftina xwe de pesnê King da û got ku “Ji ber ku ew meşiyan Amerîka guherî” û axaftina xwe wiha dom kir: “Ji ber ku ew meşiyan Qanûna Mafên Welatiyan hat qebûlkirin. Ji ber ku ew meşiyan Qanûna Mafên Dengdayinê hat qebûlkirin. Ji ber ku ew meşiyan deriyê firsendan û perwerdeyê vebûn da ku keç û kurên wan bikaribin di dewsa ciyê cilşoyan yên kesên din de şûştinê bikin an pêlavên hin kesên din boyax bikin, di dawiyê de ji xwe re jiyanekê xeyal bikin.”

Obama di dawiya axaftina xwe de li xwe mukir hat ku wan hîn daxwazên King baş pêk neanî ne û got ku “Ev karekî me yê mezine ku nehatiye cî” û wiha berdewam kir: “Divê em xwe nexapînin. Wezîfe ne hêsan e.”

Piştî Obama, keça King Bernice King ku rêvebirê Navenda King a Guherîna Civakî ya bê Şîdetê ya li bajarê Atlantayê ye, axaftinekê kir. Bernice di axaftinê de balê kişand ser beşdariya jinê ya ji bo pêşketina mafên welatiyan û got ku 50 sal berê di bernameya têkoşînê de jin cî nedigirtin lê ji axaftina çend jinên bihêz a di bîranînê de tê famkirin ku êdî jin jî beşdar dibin.

Ji bilî Obama û Bernice King, serokên kevn ên Amerîkayê Jimmy Carter û Bill Clinton û gelek aktîvîstên parazvanên mafên mirovan beşdarê bîranînê bûn.

BIO-MARTIN LUTHER KING-FRANCE

Meşa Washingtonê ya ji bo Kar û Azadiyê (1963)

Martin Luther King yek ji serokê rêxistinên mafên welatiyan ên wê demê bûn ku wekî “Şeşê Mezin” dihatin binavkirin. Meşa Washingtonê ku ji aliyê van rêxistinan hatibû birêxistinkirin, xwedî van daxwazan bû: dawilêanîna cudakariya nîjadî ya li dibistanên fermî, pêkanîna hiqûqa welatiyan a watedar, parastina aktîvîstên mafên welatiyan ji şîdeta polêsan, çi reşik û çi spî ji bo hemû karkeran rojane dayina 2 dolaran.

Digel hewldanên hikumeta Johnson a ji bo betalkirinê, rêberên reşik vê meşê li dar xistin. Di 28’ê Tebaxa 1963’an de qasî 250,000 kesên ji hemû etnîsîteyan heta Abîdeya Lincoln a li Washingtonê meşiyan. Yek ji taybetiya vê xwepêşandanê jî ev bû ku girseya herî mezin a di dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de kom kiribû.

Di xwepêşandanê de King axaftineke kurt lê pir meşhûr a ku paşê wekî “Xewneke min heye” hat bi nav kirin, kir. Hin gotinên herî balkêş ên axaftina King wiha bû:

“Hevalên min, ez îro ji we re dibêjim ku digel ku em bi dijwariyên îro û yên sibê re rû bi rû mane, hîn jî xewneke min heye. Ev, xewneke ku bi awayekî kûr di xewna amerîkî de cî girtiye.

Xewneke min heye ku wê rojekê vê neteweyê rabe ser lingên xwe û wê bi awayekî rastîn baweriya xwe bijî: Em bêyî lê bipirsin qebûl dikin ku hemû mirov wekhev in.

Xewneke min heye ku wê rojekê li ser girên sor ên Georgiayê kurên koleyên kevn û kurên xwediyê kevn ên koleyan wê bikaribin bi hev re li dora maseya biratiyê rûnên.

Xewneke min heye ku heta wê rojekê Eyaleta Missisippi ku ji ber germa bêedaletî û zextan perîşan bûye, wê bibe bihuşta azadî û edaletê.

Xewneke min heye ku çar zarokên min ên biçûk wê rojekê li dewletekê ku ne bi rengê çermê wan lê bi karaktera wan bên nirxandin, bijîn. Îro xewneke min heye.

Xewneke min heye ku li Alabamaya xwedî nîjadperestên bêmerhemet û waliyê wê yê ku peyvên wekî “midaxelekirin” û “bêtesîrkirin” ji devê wan kêm nabe, wê rojekê kurên reş û keçên reş ên biçûk wê bikaribin wekî xwişk û birayan bi destên kurên spî û keçên spî yên biçûk bigirin.

Îro xewneke min heye.”

Meşa Washingtonê bi girseya xwe ya mezin û naveroka xwe ya piranî ku piranî ji aliyê axaftina King hat dagirtin, li Amerîka û cîhanê deng veda. Aktîvîzma ji bo mafên welatiyan ku bi giranî li ser têkoşîna reşikan bilind bû, hikumeta Lyndon Johnson mecbûr kir ku qanûneke wekheviyê qebûl bike. Kongreya Amerîkayê 1964’an de qanûneke ku tê de koka wan a etnîk çi dibe bila bibe, wekheviya hemû welatiyan qebûl kir û hemû cûdaxwaziya li hember reşikan dihat kirin qedexe kir.

Kuştina Martin Luther King

King, piştî qebûlkirina qanûna wekheviyê ji aliyê kongreyê, xebatên xwe yên ji bo pêkanîna edaletê domand. Di 1967’an de li hember şerê qirêj a li Vîetname dihat meşandin derket, axaftinên li dijî şer kir û beşdarê çalakiyan bû. Li gorî wî, çavkaniyên madî û mirovî yên ji bo şerên emperyal dihatin tunekirin nedihîştin ku li nava welat edalet pêk were. Herwiha King li hember polîtîkaya Amerîkayê ya Amerîkaya Latîn ku li wir bi derdorên paşverû re hevkariyê dikir, rexneyên xwe pêşkêş kir. King di sala 1968’an de jî ji bo başkirina şert û mercên jiyana xizanan, tevlî rêxistinvanên din, Kampanyaya Kesên Xizan birêxistin kir.

Aktîvîzma berfireh a King zorê li derdorên nîjadperest û dijberên edaleta sosyal kir û ev jî bû sebeb ku biryara kuştina wî bidin. Ji xwe rêxistina sîxuriyê FBI ji 1963’an û vir ve gav bi gav King dişopand. King ji bo çareserkirina problama hin karkerên reşik, di dawiya Adara 1968’an de çû bajarê Memphisê ya li Eyaleta Tennesseeyê. Di 4’ê Nîsanê danê êvarê, King li şaneşîna odeya li otêla kul ê dima hat kuştin. Di dema kuştina wî de King 39 salî bû.

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Par 266,000 penaber çûne Almanyayê

Fatoş DEMIRTAŞ Di 2023an de zêdetirî 266,000 penaber bi rêyên kaçax çûne Almanyayê. Ev jî …