Li cîhanê 123 milyon penaber û koçber hene

20ê hezîranê Roja Penaberan A Cîhanê ye.

Bi milyonan kes ji ber sedemên wekî şer, zordarî, pinpêkirinên mafên mirovan, qeyrana avhewayê û feqîriyê terka ciyûwarên xwe dikin.

Sekreterê giştî yê neteweyên yekbûyî Antonio Guterres banga piştevaniya penaberan kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo balê bikişîne ser mafên penaberan û kesên bi darê zorê ji ciyûwarên xwe hatine kirin, 20ê hezîranê wekî Roja Penaberan ragihandîye.

Li ser rûyê cîhanê, bi milyonan kes ji ber sedemên wekî şer, zordarî, pinpêkirinên mafên mirovan, qeyrana avhewayê û feqîriyê terka ciyûwarên xwe dikin.

Lewma jî bi ragihandina vê rojê, mebest ew e piştevaniya van kesan bê xurtkirin û têgehên wekî şerefa însan û parastina navneteweyî neyên jibîrkirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara kesên ku bi darê zorê ji ciyûwarên xwe hatine kirin, 123 milyon derbas kiriye.

Bi awayekî din bê gotin, li ser rûyê cîhanê, her ji 67 kesan, kesek mecbûr maye terka mal û welatê xwe kiriye.

Guterres: Însanetîyê hilbijêrin

Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres bi boneya vê rojê, peyamek belav kir, milyonên ku ji ber sedemên şer, zilm û felaketan ciyûwarên xwe terk kirine anî bîrê.

Guterres destnîşan kir ku penaberî tu carî nayê maneya ku tercîh e.

Lewma jî banga piştevaniyê kir û got: “Bi wêrekî em însanetiyê hilbijêrin.”

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …