A.Rahman Çelîk
Li pêyî êrîşa Îsraîlê ya li Îranê, herdu welat li beramber êrîşan dikin.
Di pêşdeçûna êrîşan de, rageşiya li ser daxilbûna Amerîkayê di roja 8’an de jî dewam dike.
Serokê Amerîkayê dibêje dibêje di nava du hefteyan de em ê pozisyona xwe zelal bikin.
Tevî ku biryara serokê Amerîkayê Donald Trump di rojeva cîhanê de ye, Rûsya jî peyamên li dij dide.
Li pêyî êrîşa Îsraîlê, pevçûnên di navbera herdu welatan de, 8 roj in dewam dikin.
Rageşiya ku Amerîka jî wê daxil bibe yan jî nebe dewam dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku Amerîka di nava du hefteyan de wê pozisyona xwe diyar bike.
Kanala CBSyê di nûçeyeke ku xwe disipêre çavkaniyên têkîlî mijarê de, dibêje Trump dixwaze tesîsa nukleer a Fordoyê bê tunekirin.
Tê gotin ku Trump planê êrîşa Îranê pesend kiriye, bes ji bo êrîşê biryara dawîn hîna nedane.
Wekîlê Wezareta Karên Derve ya Îranê Sait Hatipzade destnîşan kir ku beriya êrîşan Îran û Amerîka li ser maseya muzakereyê bûn.
Pê re jî got: “Îsraîlê ji bo vê pêvajoyê sabote bike êrîş pêk anîne.”
Sait Hatipzade ji bo serokê Amerîkayê Donald Trump jî got: “Peyamên wî şikbariyê didin.”
Wekîlê Wezaretê lewma jî got: “Em xwe diparêzin, heta ku êrîşkar derzekê ji vê êrîşa xwe bistînin û bizanibin ewqas bi hêsanî nikarin êrîşî welatekî din bikin, emê parastina xwe dewam bikin.”
Tevî ku biryara serokê Amerîkayê Donald Trump di rojeva cîhanê de ye, Rûsya jî li ser hev peyaman dide.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kir ku daxilbûna Amerîkayê ya pevçûna di navbera Îsrîalê û Îranê de wê bibe sedema aloziyeke erjeng.
Kremlînê herweha destnîşan kir ku serokên Rûsya û Çînê bi rêya telefonê têkîl bûne û herdu lîderan jî şermezarî dane êrîşên Îsraîlê.
Gotinên Merz bû sebeba nîqaşê
Di pêşdeçûna pêvçûnan de, serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ji bo êrîşan spasdariya Îsraîlê kir û got: “Li ser navê me hemûyan karên qirêj pêk tîne.”
Gotinên serokwezîrê Almanyayê bû sedema hetîketiyê.
Li pêyî gotinên Friedrich Merz Îsraîlê kêfxweşî anî ziman.
Bes Îranê jî bertek nîşan da û nota da sefareta Tehranê ya Almanyayê
Tevî Îranê partiyên siyasî û pisporan jî bertekên tund nîşanî Friedrich Merz dan.
Foto: Keştîya balafirhilgir Nimitz a Amerîkayê. Keştî ber bi Rojhilata Navîn ve hereket kir