Fransa peymana ziman erê dike

 

 

Hikumeta Fransayê di nameya ku ji Tevna Destekirina Cihêrengiya Ziman (NPLD) re şand de diyar kir ku dixwaze peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar erê bike. Di nameya ku xîtabî Serokê NPLD’ê û Cîgirê-Wezîrê Polîtîkaya Ziman a Welatê Bask Patxi Baztarrika re dikir de Serokê Fransayê François Holland biryardariya xwe ya ji bo erêkirina peymanê îfade kir. Kurtedemek berê Baztarrika ji Hikumeta Fransayê daxwaz kiribû ku bi mebesta destekirina zimanên Fransayê wekî zenginiyeke çandî,  peymanê erê bike.

Hikumeta sosyalîst a fransewî di çend salên dawî de desteka xwe ya ji bo vê peymanê eşkere dike û François Holland jî di hilbijartinê de soza erêkirina peymanê dabû. Lê digel van îşaretên pozîtîf ên ji bo erêkirina peymanê, rêvebirên fransewî diyar dikin ku di çarçoveya erêkirinê de wê zimanên herêmî di qada fermî de neyên bikaranîn û tekane zimanê fermî yê li welat fransî be.

Peymana ziman a navborî konvansiyoneke ewropî ye ku ji bo destekirina zimanên herêmî û kêmar ên Ewropayê hatiye dîzaynkirin. Peyman axêverên van zimanan teşwîq dike ku zimanê xwe di qada şexsî û civakî de bi kar bînin.

Heta niha vê peymanê ji aliyê 25 dewletan ve hatiye erêkirin. Navên van dewletan ev in: Almanya, Awistirya, Brîtanya, Bosna-Hersek, Komara Çek, Ermenîstan, Hirwatya, Fînlandiya, Îspanya, Îsvîçre, Macarîstan, Montenegro, Romanya, Sirbîstan Slovakya, Slovenya, Swêd, Ûkrayna.

8 dewletên din jî peymanê îmze kirine lê heta niha di wê erê nekirine. Tê payîn ku çend ji van dewletan di nêzîk de peymanê erê kirin.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …