Cîhan banga parastina Rojava kir

A.Rahman Çelîk

Li cihanê reaksîyonên li dijî helwesta Tirkîyeyê ku dixwaze destkeftîyên kurdan li Rojava tune bike, roj bi roj zêde dibin…Gelek sîyasetmedar bang li dewleta tirk kirin êriş nebe ser Rojavayê Kurdistanê. 

John Kennedy

Senatorê Amerîkayê John Kennedy bertekên tund nîşanî serokomarê Tirkîyeyê  Erdogan da û got: “Kurd dostên me ne. Kurdan rihet bihêle.”

John Kennedy wija axivî:

“Me îstixbarat stendiye ku Tayyib Erdogan xwe ji bona dagirkirina Sûriyê amade dike.”

 “Nêbêje ez tiştekî weha bikim. Hûnê zirareke mezin bibînin.”

Chriz Van Hollen

Senator Chriz Van Hollen jî piştî bi fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî re axaftina telefonê kir, tevî Senatora Komarparêz Lindsay Graham ve daxuyanî da.

Senator Chriz Van Hollen di daxuyaniyê de weha got:

“Êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li hevkarên me yên Kurd, ewlehiya herêmê dixe talûkeyê û derfetê dide ku DAEŞ ji nû ve xwe bi hêz bike.”

Chriz Van Hollen wiha berdewam kir:

“Eger dewleta tirk agirbestê bi QSDê re pêk neyîne û herêma ji çekan paqijkirî qebûl neke, ji bo li dijî wê biryarên tedbîran bên ragirtin, emê pêşnûmayeke li ser partiyan bidin Kongreya Amerîkayê.”

François Hollande

Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande jî li dijî êrîşê li Rojava derket.

François Hollande got:

“Em nikarin kurdan tenê bihêlin. Guh bidin hişyariya min. Fransa û koalisyona navneteweyî, mecbûr in ku Kurdan li Sûriyê biparêzin.”

Annalena Baerbock

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞê wekî sembola wêrekiyê nîşan da.

Wezîra Almanyayê ji Tirkîyeyê daxwaz kir ku bila Enqere pêşiya beşdarbûna pêvajoya aştiyê ya kurdan negire, kurd li derveyî pêvajoyê nemînin.

Jean Noel Barrot

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot, ji bo rêveberiya xweser a bakur-rojhilatê Sûriyeyê bang kir.

Xwest mafên rêveberiyê were misogerkirin û wiha axivî: “Pêwist e Rêveberiya Xweser di guhartina siyasî ya li Sûriyê cih bigre.”

Barrot gotina xwe weha dewam kir:

“Fransa ji bo pêkanîna lihevkirinekê di navbera Tirkiyê û Kurdan de li bakur-rojhilatê Sûriyeyê, di nav hewldanan de ye. Pêwist e şer li Minbic û Kobanê raweste.”

Håkan Svenneling

Endamê Parlemana Swêdê Håkan Svenneling jî destnîşan kir ku pêdiviya Sûriyê bi destega Swêdê re heye. Endamê Parlamentoya Swêdê Hakan Svennelıng ji bo êrişên dawî wiha axivî: “Dewleta tırk ji bo herêmûn kurdan bi dest bixe, pêşîya DAIŞê vedike. Niha jî dest bi êrişa Kobanîyê kirine. Kobanê sembola têkbirina DAIŞê ye. Divê herêmên kurdan û vê sembolê bê parastin.” 

Ulf Kristersson

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson jî polîtîkaya Yekîtiya Ewrûpayê ya pêvajoya nû ya Sûriyê rexne kir, got: “Dijwariyên mezin hene. Kes nizane tam bê çi diqewime.”

Ulf Kristersson destnîşan kir ku ew pêşdeçûnên li Sûriyê ji nêz ve dişopînin, bes zêde tiştek jî destê wan nayê, dema mijar dibe Rojhilata Navîn, bêxîretiya Yekîtiya Ewrûpayê derdikeve holê.

——————————————-

Foto: Senatorê amerîkî John Kennedy/Medyaya Civakî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …