“Bêyî ku mirov dev ji nasnameya xwe berde, dikare aboriyê ji nû ve saz bike”

Li bajarokê Odenayê ya li ser Barselonayê, di 22’yê Îlonê de Sêyemîn Festîvala Şeytanokan hat li dar xistin. Serokê Meclîsa Wilayeta Barselonayê Salvador Esteve ku beşdarê festîwalê bû, da xuyakirin ku “bêyî ku mirov dev ji nasnameya xwe berde, dikare aboriyê ji nû ve saz bike.”

Endamê Meclîsa Barselonayê yê berpirsê Binesazî, Bajarvanî û Malsaziyê, endamê heman meclîsê yê berpirsê Bazirganiyê û şaredarê Igualadayê li gel Salvador Esteve beşdarê festîwalê bûn. Şaredarê Odenayê Pep Sole mêvanan pêşwazî kir û piştî ku Deftera Rûmetê ya Şaredariyê ji aliyê Esteve hat îmzekirin, mêvan derbasî meydana wargehê ku festîwal li wir dihat li darxistin bûn.

fira_vinyala_2013

Li meydana festîwalê ya Odenayê Xelata Şeytanokê û Xelata ji bo Gundiyan bi merasîmekê hat dayîn. Bernat Seubayê ku şeş caran şampîyonê bisikletê yê Katalonyayê bûbû, Xelata Şeytanokê wergirt. Welatiyekê din a Katalonyayê Ton Planell  jî bû xwediyê Xelata Gundiyan.

Serokê Meclîsa Barselonayê Salvador Esteve di dayina xelatan de axaftinekê kir û desteka xwe ya ji bo vê festîwalê anî ziman. Esteve diyar kir ku “bêyî ku mirov dev ji nasnameya xwe berde, dikare aboriyê ji nû ve saz bike” û pêşketin bi xebata kolektîf derdikeve holê.

Şaredarê Odenayê Pep Sole jî axaftinekê kir û got ku “ew ji rola festîwalê bawer dikin”, ji ber ku ew hem şahiyeke û hem jî pêkhatina îstihdamê û pêşketina aboriyê ye.

Sebeba hilbijartina navê şeytanokê ji bo festîwalê ev e ku cureyeke şeytanokan li ser axa navçeya Anoiayê ku bajaroka Odenayê girêdayî wir e, pir zêde tê dîtin. Îsal, di çarçoveya festîwalê de ji 500 kg zêdetir şeytanok hatin berhevkirin.

Çavkanî:

www.diba.cat

 

 
 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …