Arjantîn ceza da sûbayên dema cûntayê

Arjantîn piştî 40 salan, ceza da subayên dema dîktatoriyê

Di navbera salên 1970 û 80’yan de, dîktatoriya leşkerî li dijî mirovahiyê sûcên mezin kiribû

30 hezar mixalif hatibûn revandin û ji aqûbeta gelek ji wan tu agahî nehatibûn girtin

Li Arjantînê, di navbera salên 1976’an de cuntaya leşkerî dest danîbû ser rêveberiyê.

Dîktatoriya leşkerî heta sala 1983’an li Arjantînê, li dijî muxelîf û çepgiran şerekî qirêj meşand.

Jorge Rafael Videla. Generalê arjantînî serkêşiya derbeya leşkerî ya 1976’an kir.

Di vê navberê de ji 30 hezarî zêdetir kes yan hatin windakirin, yan jî hatin kuştin.

3 sal berê, dadgeheke paytext Buenos Airesê, li dijî 22 serbazên dema dîktatoriya Arjantînê lêpirsînek da destpêkirin.

Dadgehê zêdetirî 750 kesan guhdarî kir û di encam de 19 serbazên dema dîktatoriya leşkerî sûcdar dît.

Sûcên wekî kuştin, îşkence û revandinê yên li dijî mirovatiyê hatine kirin li wan tespît kir.

Lewma jî dadgehê cezeyên salên dirêj ên hepsê li wan birrî.

Di vê navberê de 2 serbazan jiyana xwe ji dest dan û ji cezeyê filitîn.

Hêjayî gotinê ye li Arjantînê ji sala 2006’an û heta niha di darizandina sûcên li dijî mirovahiyê de 278 biryar hatine dayîn.

Di van biryaran de 1070 kes sûcdar hatine dîtin û gelek kes ji wan cezeyê heta hetayê ango muebbet xwarin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …