Kişanakê, derew û bêbextiyên Sabahê tekzîp kirin

 

 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, nûçeya Rojnameya Sabah a îro a bi ser navê “Pere ne ji bo xizmetê ji bo xendekan dimexêzin” derewand. Kişanakê got ku ev îdiayên dijî Şaredariya Bajarê Mezin bêbingeh, nerast, bêbextî û buxtan in.

 

Hevşaredar Gultan Kişanak, li ser îdiayên ku dibêje Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê budçeya xwe xistiye karê xendekan nerazîbûn nîşan da û beramberî vê mezaxtinên sala 2014 û 2015an parve kirin û got, şaredariyê berpirsyarên xwe bê kem û kurtasî anîne cih û got, butçe û lêçûn tev li gorî rêgeznameyê hatine kirin.

07SBH01

 

Kişanak budçeya hatin û çûyinê ya sala 2014an, li ber mîqtara razemeniyê û lêçûna xebatkaran aşkere kir û weha got, “Hatin û çûyina budçeyê zelal e, di navberê de tiştekî nezelal tune ye. Ji ber vê yekê ne ku di navberê de rêjeyeke weha cidî winda bibe, çarçûrkirina pênc qurûşan jî ne mimkûn e.” Kişanak bi bîr xist ku di çavdêriyên Sayiştayê de aşkere bûye, karûbarên hesabê li gorî mevzuatê hatiye kirin, heta pesnê vê yekê hatiye dayîn û ev nûçeya han bi jimaran tekzîp kir û got ku ev derew e.

 

8 caran hat tekzîpkirin, daxuyaniya sûc hate kirin

 

Her weha ji hilbijartinê vir ve ye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rojnameyên Yeni Akit, Star, Yeni Şafak û Güneş ji ber nûçeyên wan bi riya noterê 8 caran hatin tekzîpkirin û îdia hatin derewandin. Ji ber van îdiayên ku nasnameya sazûmanî ya Şaredariya Bajarê Mezin, hevserokên wê û xebatkarên wê dike armanc daxuyaniya sûc hate kirin û îdia bi tundî hatin derewandin. Di tekzîbê de hate aşkerekirin ku bi van bêbextiyan tê xwestin di raya giştî de der barê Şaredariya Bajarê Mezin de têgihîştineke reş bidin belavkirin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …