Tevgera neteweyî ya kurd çawa ji daxwaza serxwebûna Kurdistanê derbasî naskirina sînorên dewletên parçeker bû: Lêkolînek li ser rola şêxan û çepa kurd û ya cîhanî
Pêşgotina edîtor: Îro Infowelat dest bi weşandina lêkolîneke dirêj a zanistî dike li ser meseleya serweriya kurd. Ji ber dirêjahiya wê, em wê di çar beşan de pêşkêş dikin. Cara yekem e ku Infowelat gotareke bi vî rengî diweşîne. Beşa yekem ji mîrnişînan heta Dêrsimê rola şêxan dinirxîne. Em nîqaş û rexneyên li ser gotarê bi dilxweşî pêşwazî dikin. Nivîsên li ser mijarê ji me re bê şandin wê bên di Infowelat de bên weşandin.
Destpêk: Pirsa veguherînê
Di sala 1880an de Şêx Ubeydullahê Nehrî ji mîsyonerê Amerîkî Joseph Cochran re yê li Ûrmiyeyê, nameyek nivîsî ku ev belge niha di Parlamentoya Brîtanyayê de hatîye tomarkirin. Di nameyê de hatiye gotin ku neteweya kurd «gelekî serbixwe ye», xwedî ol, zagon û dada xwe ye û kurd dixwazin ku karên wan «di destê wan de» bin.[1] Piştî nêzîkî sedsal û nîvekê, di gulana 2025an de, Kongreya 12an a Partiya Karkerên Kurdistanê hilweşandina partiyê ragihand û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Ev biryar wekî bersiva banga serokê partiyê Abdullah Ocalan hat girtin ku wî di sibata heman salê de ji girtîgeha xwe ya li girava Îmraliyê ragihandibû û tê de dewleta netewe ya cuda, federalîzm û xweserî wek çareseriyên ku bi «sosyolojiya dîrokî ya civakê» re ne li hev e, nirxandibû. [2] Di navbera van her du belgeyan de rêyeke dîrokî dirêj dibe: ji şêxekî sofî yê ku bi navê neteweyeke ku serweriya xwe dixwaze bang li hêzên mezin dike, heta rêxistineke bi bingeha xwe Marksîst radigihîne ku dewlet bi xwe ne armanc e.
Ev rêya me qala wê kir, mijara vê lêkolînê ye. Pirsa li vir ne ev e ku çima kurd negihîştin dewletekê — ji ber ku ew pirsek girêdayî hevsengiya hêzan e û gelek lêkolînan bersiva wê daye — lê belê pirs ev e: «Çawa daxwaza serxwebûnê bixwe di hişmendiya siyasî ya kurdî de, ji asoyeke xwezayî veguherî asoyeke biyanîbûyî; û çawa naskirina sînorên wan dewletên ku Kurdistan parve kirine, hem di asta herêmî hem di asta cîhanî de û heta di nav kurdan bixwe de jî buye şertê bingehîn ê her gotareke kurdî ya “pejirandî”.»
Lêkolîn ji tezeke pêkhatî dest pê dike. Derbasbûna ji serweriyê ber bi sînoran ve ne tenê encama têkçûna leşkerî bû, her çend têkçûnên li pey hev ên di navbera 1880 û 1938an de şertên wê amade kiribin jî. Ev veguherîn bi rêya sê qatên li ser hev pêk hat: qateke navneteweyî ya ku ji Lozanê û biryara Mûsilê vir ve derî li ber avakirina hebûneke polîtîk a kurd ji aliyê qanûnî ve girt, paşê doktrîna dekolonîzasyonê di nîvê sedsala bîstan de ev girtin pîroz kir; qateke civakî ya ku tê de mafê axaftina bi navê neteweyê ji mîr derbasî şêx, paşê derbasî kadroyên partiyê bû, digel guhertina şiklê daxwazê ya ku bi her derbasbûnê re çêbû; û qateke zanyarî ya ku yekeya pîvana siyasî ji nû ve pênase kir, heta ku dewleta heyî — ne welatê kurdan — bû ew çarçoveya ku maf di nava wê de tên formulekirin. Di van her sê qatan de şêx û çepa kurd û ya cîhanî, rolên li pey hev û nakok lîstin: carekê wekî nûnerê daxwaza serweriyê bûn, careke din bûn amûrên kanalên lihevhatina bi sînoran re.
Rastgoyiya metodolojîk hewce dike ku ji destpêkê ve were gotin ku ev tez nabêje çepê tawîzdana ji serweriyê «îcad kir», û nabêje ku şêx neteweperwerên cudaxwaz bûn ku xwe li paş şaşikê veşartibûn. Her du îdia jî hişmendiyeke îro bi darê zorê li ser dema borî bar dikin.
Tiştê ku lêkolîn dibêje gelekî zelal e: her aktorekî di hişê xwe de xwedî têgihîştineke veşartî ya dewlet û sînoran bû; dema ku ev têgihîştin rastî hevsengiya hêzan hatin, wan daxwazên kurdan bi awayekî bi sînor kirin ku hevsengiya hêzan bi tena serê xwe nikare vê rewşê rave bike.
Çarçoveya teorîk û metodolojîk
Têgeh: serwerî, xweserî, kêmar
Lêkolîn sê astên daxwaza neteweyî ji hev cuda dike. Asta yekem serwerî ye: daxwaza rêveberîyeke kurdan a serbixwe, çi dewlet be, çi mîrnişîn be, çi jî qralîyet be ku tê de netewe wek kirdeyeke (subje) siyasî ya xwedî biryara xwe tê dîtin.
Asta duyem, xweserî an federalîzm e: naskirina neteweyê wek kirdeyekê di nava dewleteke firehtir de, ligel qebûlkirina sînorên wê dewletê.
Asta sêyem, mafên kêmaran e: naskirina çandî, zimanî û rêvebirîyê ya komekê ku di dewsa gelekî serbixwe de wekî pêkhateyek ji pêkhateyên gelê dewletê tê pênasekirin.
Derbasbûna ji asta yekem ber bi asta sêyem ve ne kêmbûneke çendanî (hejmarî) ya mezinahîya daxwazan de ye, lêbelê veguherîneke çawanî ye di posîzyona kurdan a li hemberî hiqûqê de: ji kirdeyeke ku çarenûsa xwe bixwe diyar dike ber bi tiştekî (obje) ku qanûnên dewletê li ser têne sepandin.
Binavkirina her çar dewletan wek «parveker» an «kolonyalîst» xwe dispêre teza İsmail Beşikçi ku dibêje Kurdistan «kolonîyeke navdewletî» ye: axeke ku ne dewletek tenê li derveyî sînorên xwe ew kirîye kolonî, lêbelê çar dewletên cîran, bi piştevaniya pergala navneteweyî, ew di nava xwe de parve kirine, paşê li şûna ku tenê wê bimêtin, hebûna gelê wê jî înkar kirine. [3]
Lêkolîn vê têgehê ne wekî darizandineke exlaqî, lêbelê wekî amûrekî analîtîk dipejirîne ku derfeta eşkerekirina wan tiştan dide ku ji aliyê dêskûrsa “kêmaran”, “Pirgirêka Rojhilat” û “pirsgirêka pêşketina herêmî” ve hatine nixumandin.
Mafê pênasekirina daxwazê di destê kê de ye?
Lêkolîn ji sosyolojiya zanînê ramaneke navendî werdigire: raman ne tenê bi rastbûna xwe tên pîvandin, lê bi wî cihê civakî yê ku jê derdikevê ,û bi wê qada ku têde tên belavkirin jî tên pîvandin.[4]
Ji bo rawakirina veguhestina hêza sembolîk di nav civaka kurd de, lêkolîn têgehên Pierre Bourdieu yên wekî “qad” (field) û “sermîyan” (capital) bi kar tîne: ew kesên ku mafê axaftina li ser navê neteweyê di destê wan de ye,xwedî sermayeyeke diyar e — nifşê, an pîrozbahî olî, an jî nivîs û partî — û di nava qadeke siyasî ya taybet de tevdigere, ku ziman rîtim û sînorên mimkunê bi ser wî de ferz dike.[5]
Pirsa metodolojîk a rêber ev e: dema ku ev sermaye ji mîr derbasî şêx bû û paşê derbasî kadroyê bû, kîjan qada siyasî bû çarçove?
Û her qadekê bû xwedîyê kîjan nexşeya veşartî?
Dema serweriyê: ji mîrnişînîyê ber bi tekyeyê ve
Mîrnişîn: serweriya bê teorî
Asoya serweriyê di dîroka kurd de ne ramaneke nû ya ji derve hati bû. Mîrnişînên kurd— Botan, Soran, Baban, Erdelan, Behdînan û yên din — bi sedsalan di nava sînorên Osmanî û Sefewî de xweseriyeke rastî jiyan; hinekan ji wan pere tomar kirin, xutbe bi navê wan dihat xwendin, û artêş û dadweriya xwe bi rê ve dibirin. [6]
Ev serwerî di nava çarçoveya împaratoriyê de dihat meşandin; împaratoriyê jî tenê ji ber ku hêza wê nedigihiştê ku wê ji holê rake, neçar dipejirand. Her wiha, bingeha vê desthilatdariyê nedispart têgeha neteweyê wekî çavkaniya rewabûnê.
Her çend piraniya şîrovekarên mijara kurdî îdia dikin ku kurdan di dîroka xwe de dewlet ava nekirine jî, sebebê vê îdiayê an nezanîna dîroka kurd e an jî mebest berevajîkirina rastiyê ye. Rastî ew e ku li herêmê tu gel tune ye ku wek kurdan li hember hemû împaratorîyan li berxwe dan e, gelek dewlet û împaratorî ava kirine û di piranîya deman de serxwebûna xwe parastî ye.
Bi reformên Tenzîmatê û siyaseta navendîparêz a Osmaniyan re di nîvê yekem ê sedsala 19an de, ev mîrnişîn yek bi yek hatin hilweşandin û têkçûna Mîrê Botanê Bedirxan Beg a di sala 1847an de dawiya vê qonaxê bû. [7] Hilweşîna mîrnişînan dawî li forma mîrasî ya dîroka siyasî ya kurdî anî: êdî otorîteyeke eşîrî ya kurd ku bikaribe nakokiyên di navbera eşîran de kontrol bike û herêmê li hember navendê temsîl bike nema bû. Vê valahiyê rê li ber hevsengyîeke nû vekir ku paşê di seranserê sedsalê de serdest bû.
Şêx wek mîratgirê mîr
Ne axa û ne jî beg ev valahî dagirt, ji ber ku rewatîya her yekê ji wan bi şecereya eşîra wî û sînorên gelîyê wî ve sînordar bû. Şêxê sofî, bi taybetî yê Neqşebendî û Qadirî, ev valahîyê dagirt.
Şêx statuya xwe ji xirqe, bereket û zincîra giyanî werdigire, ne ji dara şeceraya eşîrî. Ew xwedî tora murîdan e ku ji sînorên eşîr û geliyan derbas dibe û rola dadwer û navbeynkarê di navbera eşîrên li hev nekirî de dilîze.[8] Bi vî awayî, tekye ket şûna dîwana mîrîtiyê û murîd ketin şûna eşîrê wek yekîneyên seferberiyê.
“Bi vê guherînê re, hin alîyên feraseta serweriyê ya mîrnişînan jî derbasî serdemeke nû bû. Şêx Ubeydullahê Nehrî—ku di sala 1880an de serkêşiya tevgerekê kir ku di navbera axa Osmanî û Qacaran de belav bibû—di pratîkê de tiştê ku Bedirxan dest pê kiribû domand: yekitîya kurdan di bin yek otorîteya kurd de.
Lê belê, wî tiştek li vê zêde kir ku mîr ne xwediyê wê bû: bikaranîna peyva neteweyê. Nameya ku wî ji Joseph Cochran re şand, ne daxwaza reformên îdarî dikir û ne jî daxwaza serrastkirina neheqiyeke herêmî; berovajî wê, kurd wek komeke siyasî ya cihêreng ku xwedî mafê xwerêveberiyê ye nîşan dan. Her wiha, bi rêya navbeynkariya konsolxaneyan, wî bang li Brîtanya û Rûsyayê kir—wekî aliyên pergaleke navneteweyî ku dikarin vê komê nas bikin. [9] Bi vî awayî, tevgera 1880an bû ew kêliya ku tê de daxwaza kurdan ji serweriya rewşa heyî (de facto) ber bi serweriya ragihandî (deklarasyon) ve gav avêt. Alîyê balkêş li vir ew e ku daxwazên serwerîya kurdan ya nûjen di tekyeyê de ji dayik bûn, ne di partîyê de.
Yekemîn kesê ku bi navê «neteweya kurd» bang li cîhanê kir û xwest ku kurd xwe bi xwe birêve bibin, şêxekî terîqetê bû—di demekê de ku hêj ne çepgiriyeke kurdî hebû û ne jî partiyeke neteweyî.
Ev rastî bi tena serê xwe her du xwendinên berbelav pûç dike: xwendina oryantalîst û dewletparêz a ku şêxan wek mirovên dînî yên paşverû ku tu têkiliya wan bi neteweperwerîyê re tune dibîne û xwendina çep a ku hişmendîya neteweyî ya kurd wek berhemeke derengketî ya modernîzasyon û perwerdeya partiyê dibîne.
Şêx di navbera avakirina rêveberîyeke kurdan û lihevkirina bi dewletê re (1880–1938)
Pirrengîya di nava sazûmana dînî de
Lê derbasbûna ji mîr ber bi şêx ve asoyeke serweriyê ya yekane bi xwe re neanî. Sazûmana dînî ya kurdan xwedî gelek baskan bû û helwestên wê yên li hember avakirina rêveberîyeke kurdan di navbera serxwebûna eşkere, xweseriya di nava çarçoveya Osmanî de û dilsoziya bi xîlafetê re de diguherîn.
Ev pirrengî kilîta yekem e ji bo têgihîştina rola şêxan di veguherîna paşîn de.
Şêx Ebdulqadirê Nehrî, kurê Ubeydullah û serokê «Civata Tealiya Kurdistanê» ya ku di sala 1918an de li Stenbolê hat damezrandin, di danûstandinên piştî şer de bû xwedî helwesta xweseriya kurdan a di nava dewleta Osmanî de li hember baskê Bedirxaniyan ê ku serxwebûna temam dixwest. [10]
Helwesta wî ne ji qelsiya hesta neteweyî dihat, belê ji têgihîştineke rewatîyê ku hêj xîlafet wek çarçoveya hevbeş a misilmanan didît û veqetîna jê wek xeterekê li ser kurdan bi xwe li hember projeya ermenî û hêzên ewrûpî qebûl dikir.
Li vir, hema di destpêkê de ew rêziman û formula ku paşê wê bi zimanekî bi tevahî cuda vegere, derdikeve holê: venasîna neteweya kurd di nava pejirandina çarçoveya dewleta heyî de.
Berevajî vê, Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî — Mela Seîdê Kurdî, wek ku di qonaxa xwe ya yekem de dihat naskirin — di sala 1908an de digel Emîn Elî Bedirxan û Şêx Ebdulqadir bi xwe yek ji damezrînerên «Civata Hevkarî û Pêşketina Kurdan» bû û xwediyê projeya «Medreseya Zehra» bû: zanîngehek li Kurdistanê ku tê de zanistên nûjen li gel zanistên dînî dihat hînkirin û kurdî wek zimanê perwerdeyê dihat bikaranîn. [11] Lê Nûrsî daxwaza dewleteke kurdan nekir; wî girêdana îslamî wek wê benê ku kurd û tirkan bi hev re diparêze didît. Rêya wî ya paşîn di veguherîna beşeke mezin a sazûmana olî ya kurdan de roleke biryardar lîst: ji şopger û parêzvanê daxwazên neteweyî, veguherî kanala helandin û tunebûna van daxwazana.”
Şêx Mehmûdê Hefîd: mîrekî di nebûna dewletê de
Li Başûrê Kurdistanê, asoya serweriyê ya di nava sazûmana olî de, bi Şêx Mehmûdê Hefîd ê Berzencî re gihîşt lûtkeya xwe ya pratîkî. Dema Osmanî ji Parêzgeha Mûsilê vekişiyan û Brîtanî ketin wir, ne kolonyalîst û ne jî eşîr ji bo kontrolkirina herêma Silêmaniyê alternatîfek ji şêxê Qadirî re nedîtin. Brîtaniyan di sala 1918an de ew wekî rêvebir destnîşan kir; paşê dema ku Şêx ji sînorên rola ku ji bo wî hatibû xêzkirin derbas bû, li hember wî rawestîyan û piştî serhildana 1919an ew sirgûnî Hindistanê kirin. Dîsa di sala 1922an de, ji bo ku ji ber zexta Kemalîstan a li ser parêzgehê rawestin, ew vegerandin herêmê. Wî jî xwe wekî «Mîrê Kurdistanê» ragihand, hukumetek ava kir, pûlên fermî derxistin û rojnameyên fermî weşandin ku di nav wan de Bangî Kurdistan û Rojî Kurdistan. [12]
Ezmûna Hefîd karakterê dualî ya rola şêx eşkere dike: Ji aliyekî ve, di nav serokên Başûr de di daxwaza rêveberîyeke sîyasîya serbixwe de herî radîkal bû û tora murîdên wî û rola tekyeyê dewsa sazîyên dewleteke ku tunebû, girtin. Ji aliyê din ve jî, hemû hebûna wî ya siyasî bi danûstandina bi hêzeke kolonyalîst re ve girêdayî bû—hêzek ku dema hewce bûya gazî wî dikir û dema ku ji sînorên xwe derbas bûbûya ew dûr dixist. Şêx—berevajî partiyên demên paşîn—ne xwedî teorîyeke dewletê bû û ne jî xwedî pênaseya sînoran bû; ew tenê xwedî rewatî û toreke civakî bû ku bi rêya wan li ser tiştê ku şert û mercên demê destûr didayê danûstandinan dikir. Dema ku Brîtanyayê li gorî biryara Komeleya Neteweyan a sala 1926an biryar da ku parêzgeha Mûsilê bibe beşek dewleta Iraqê, êdî di vê plana nû de cih ji Hefîd re nema û tevgera wî di pratîkê de di sala 1931ê de bi dawî bû.”
Şêx Seîdê Pîran û Komeleya Azadî: tekye wek rûyê rêxistina nûjen
Serhildana 1925an a li Bakurê Kurdistanê, mînaka herî zelal a tifaqa di navbera tekyeyê û rêxistina neteweyî ya nûjen de nîşan dide.Serhildan ji aliyê rêxistinî ve bi rêya «Komeleya Azadî» hat amadekirin, ku ji sala 1923an vir ve ji aliyê efser û rewşenbîrên kurd ve hatibû damezrandin û yê herî navdar ji wan Mîralay Xalid Begê Cibrî bû. Paşê komeleyê, dema ku fêm kir ku elîta bajarî ne xwedî amûrên seferberkirina herêmên gundewar e, Şêx Seîdê Pîran — bi rola wî ya Neqşebendî û bandora wî ya civakî ya fireh — wekî serokê seferberiyê hilbijart. [13]Şêx ne tenê rûyekî derve bû; ew endamê civatê bû û beşdarî amadekariyê bûbû û piştî girtina serokên wê yên leşkerî, bû serokê rastîn ê serhildanê.
Li vir di nêzîkatiya dîrokî û medyayî ya li hember dîn a di nakokiyên herêmê de paradokseke du alî xuya dibe. Dema ku Mustafa Kemal di Şerê Serxwebûnê yê Anatolyayê de sembolên îslamî û gotara xîlafet û cîhadê ji bo seferberkirina kurdan bi kar anîn û dema ku heyeta tirk li Lozanê kurd û tirk wek «birayên îslamî» pêşkêş kirin ku yek ji wan ne hewceyî parastina li hember yê din e, ev yek di dîroka fermî û lêkolînên paşîn de wek zîrekiya siyasî û pragmatîzma di avakirina dewletê de hat şîrovekirin. Lê dema ku kurdan, piştî rakirina xîlafetê û qedexekirina kurdî, ji bo parastina hebûna xwe serî li heman sazûmana dînî dan, tevgera wan bi paşdemayîn û paşverûtiyê hat reşkirin û û serhildana Şêx Seîd tenê di nav çarçoveya «hewldana vegerandina xîlafetê» de hat bertengkirin bêyî ku endametiya wî ya di civateke neteweyî ya bi meyla sekuler de were berçavgirtin. [14] Dîn amûreke siyasî ya rewa ye dema ku dewlet wê bi kar tîne û delîla paşverûtiyê ye dema ku yê bindest wê bi kar tîne. Çepa tirk û ya Sovyetê û paşê ya kurd wê heman pîvana cotstandard pejirandibana.
Agirî û Dêrsim: dawiya çerxa yekem
Serhildana Agiriyê (1927–1930), bi serokatiya rêxistina «Xoybûn» a ku di sala 1927an de li Libnanê hat damezrandin û li qadê ji aliyê Îhsan Nûrî Paşa ve hat birêvebirin, nîşan da ku asoya serweriyê ne tenê di destê şêxan de bû; Xoybûn rêxistineke neteweyî ya bi eşkereyî sekuler bû ku serxwebûna Kurdistanê dixwest. [15]
Paşê Dêrsim (1937–1938) hat, bi serokatiya Seyîd Riza, rêberê giyanî yê Elewî ku eşîrên Dêrsimê li hember Qanûna Îskanê ya sala 1934an û siyaseta «îslah»a leşkerî ya herêmê kom kirin. Serhildan bi komkujiyên berfireh û bi darvekirina Seyîd Riza, di sala 1937an de bi dawî bû. [16] Dêrsim jî bi gotinên «serhildana paşverû» û «cehaletê»yê hat reşkirin.
Bi dawîbûna Dêrsimê re çerxa yekem a tevgera kurdan a nûjen hat girtin: çerxeke ku tê de serokatiya daxwaza kurdî di destê şêx, rêberên giyanî, maqûl û efserên berê yên Osmanî de bû, û daxwaz — di piraniya derbirînên xwe de — daxwaza rêveberîyeke sîyasî ya serwer bû. Ev çerx ji aliyê leşkerî ve di 1880, 1925, 1930 û 1938an de li Bakur û di 1931ê de li Başûr têk çû. Lê têkçûna leşkerî ne tenê sedema bidawîbûna vê çerxê bû; berî wê, girtina deriyên navneteweyî hebû ku daxwaza rêveberîyeke sîyasî ya kurdan ji statûyeke ku dihat taloqkirin, veguherand daxwazeke ne rewa.
Fotoyê sereke: Cochran bi Şêx Ubeydullah re. Foto: Shedd Family Papers, 1888-1934, Wikimedia Commons
Not û çavkanî
- Sheikh Ubeydullah to Dr. Joseph Cochran, 5 October 1880, enclosed in Great Britain, Parliamentary Papers, Turkey No. 5 (1881), Correspondence Respecting the Kurdish Invasion of Persia; cited in Robert Olson, The Emergence of Kurdish Nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880–1925(Austin: University of Texas Press, 1989), 2–3.
- Abdullah Öcalan, “Call for Peace and a Democratic Society,” statement read in Istanbul, 27 February 2025; PKK, “Final Declaration of the 12th Congress,” 12 May 2025.
- İsmail Beşikçi, Devletlerarası Sömürge Kürdistan(Istanbul: Alan Yayıncılık, 1990).
- Karl Mannheim, Ideology and Utopia: An Introduction to the Sociology of Knowledge, trans. Louis Wirth and Edward Shils (London: Routledge & Kegan Paul, 1936).
- Pierre Bourdieu, Language and Symbolic Power, ed. John B. Thompson, trans. Gino Raymond and Matthew Adamson (Cambridge, MA: Harvard University Press, 1991).
- Martin van Bruinessen, Agha, Shaikh and State: The Social and Political Structures of Kurdistan(London: Zed Books, 1992), 136–175.
- Hakan Özoğlu, Kurdish Notables and the Ottoman State: Evolving Identities, Competing Loyalties, and Shifting Boundaries(Albany: SUNY Press, 2004), 60–68.
- Van Bruinessen, Agha, Shaikh and State, 228–234.
- Olson, Emergence of Kurdish Nationalism, 1–7; Wadie Jwaideh, The Kurdish National Movement: Its Origins and Development(Syracuse, NY: Syracuse University Press, 2006), 75–101.
- Özoğlu, Kurdish Notables, 83–94.
- Şerif Mardin, Religion and Social Change in Modern Turkey: The Case of Bediüzzaman Said Nursi(Albany: SUNY Press, 1989), 82–90.
- David McDowall, A Modern History of the Kurds, 3rd rev. ed. (London: I.B. Tauris, 2004), 155–163.
- Olson, Emergence of Kurdish Nationalism, 41–52, 91–106.
- Martin van Bruinessen, “Popular Islam, Kurdish Nationalism and Rural Revolt: The Rebellion of Shaikh Said in Turkey (1925),” in Religion and Rural Revolt, ed. János M. Bak and Gerhard Benecke (Manchester: Manchester University Press, 1984), 281–295.
- Jordi Tejel Gorgas, Le mouvement kurde de Turquie en exil: Continuités et discontinuités du nationalisme kurde sous le mandat français en Syrie et au Liban (1925–1946)(Bern: Peter Lang, 2007).
- McDowall, Modern History of the Kurds, 207–210.
—————————————-
Dr. Îbram Kefensoyan nûnerê PYDê yê li herêma Balkan e û nûnertîya sazîyê di Înternasyonala Sosyalîst de dike. Ew damezrînerê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz, Hîva Sor a Kurdistanê û çendîn saziyên dostanîya bi kurdan re yên li Balkanê ye. Berî niha, nûnerîya ERNKê li Yugoslavyayê kirîye û di avakirina kovara Dengê Kurdistan û malpera Rojavakurdistan de cih girtiye. Ew bi zimanên kurdî, erebî, yûnanî û sirbî dizane û bi van zimananan dinivîse.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat