Prosesa ku di 1ê tîrmeha 1867an de bi yekbûna çar parêzgehan û avabûna Konfederasyona Kanadayê dest pê kir, piştî sedsal şûn de bi dawî bû. Bi Qanûna Destûra Bingehîn a sala 1982an Kanada bû xwedî serweriyeke tam. Ev dîroka ku ji Konferansên Quebec û Londonê heta Statûya Westminsterê ya 1931an dirêj dibe, çîroka veguherîna koloniyeke brîtanî ya ber bi dewleteke federal ve nîşan dide.
Her sal di 1ê tîrmehê de, li seranserê Kanadayê bi beşdarîya bi mîlyonan mirovan pîrozbahîyên “Roja Kanadayê” (Canada Day) tên lidarxistin. Ev roj, wekî salvegera damezrandina Konfederasyona Kanadayê tê qebûlkirin ku di 1ê tîrmeha 1867an de bingeha wê hatibû avêtin. Lê belê, çîroka avabûna vê dewleta mezin a Amerîkaya Bakur, ne tenê çîroka rojekê ye; ew encama proseseke dirêj a siyasî û dîrokî ye.
Di salên 1860î de, li herêmê pêleke mezin a neteweperweriyê pêşket. Nûnerên koloniyan di Konferansa Quebecê (1864) û Konferansa Londonê (1866) de li hev civiyan da ku rêgezên yekîtiyê dîyar bikin. Di encamê de, bi Qanûna Amerîkaya Bakur a Brîtanî ya sala 1867an, çar parêzgehên pêşîn (Ontario, Quebec, Nova Scotia û New Brunswick) bûn yek û di bin sîwana Împaratoriya Brîtanyayê de wekî “Domînyona Kanadayê” hatin naskirin.

Her çend di çapemeniya populer de ji vê rojê re “Rojbûna Kanadayê” bê gotin jî, ev pênase hinekî hêsankirin e. Di sala 1867an de Kanada bi tevahî serbixwe nebû; Brîtanyayê hêj di warê polîtîkaya derve, parastina neteweyî û guhertinên destûri de kontrola xwe diparast.
Kanadayê serxwebûna xwe ya rasteqîn gav bi gav bi dest xist. Di sala 1931an de bi Statûya Westminsterê, otonomiyeke mezin a qanûnî bi dest xist. Lê xala herî girîng di sala 1982an de pêk hat. Bi pejirandina Qanûna Destûra Bingehîn a 1982an, Kanadayê mafê guhertina destûra xwe bi temamî ji destê Parlamendoya Brîtanyayê girt û bû xwedî serweriyeke tam û hemdemî.
Foto: Konferansa Quebecê ya 1864/Fotoyê wêneyê:James Ashfield
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat