Plaid Cymru Welatê Galê birêve dibe

Serkeftina partîya netewperest li Welatê Galê demeke nû da destpêkirin. Plaid Cymruya ku di hilbijartinê de bû yekemîn, hikumetê damezrand. Partîya hat ser kar, doza berfirehkirina otonomîyê û parastina ziman dike.

Plaid Cymru êdî partîya herî mezin a Welatê Galê e. Partîya ku vê serkeftinê di hilbijartinên di gulana 2026an de bi dest xist, niha vê herêma bi ser Brîtanyayê ve bi rê ve dibe.

Hilbijartinên ji bo parlamentoyê yên Welatê Galê di 7ê gulanê de hatin lidarxistin. Partîya netewperest Plaid Cymru bi rêjeya ji % 35.4an bû yekemîn û 43 kursîyan bi dest xistin. Tevî ku partîyê nikaribû 49 kursîyan bi dest bixe û di parlamentoyê de bibe xwedî piranîyê, serkeftina wê ya di dîroka vî welatî de bû geşedaneke mezin.

Partîya Kedê ku heta îro herdem wê hikumetên Welatê Galê ava dikir, di dengdanê de şikestineke mezin xwar û encax bû xwedîyê 9 kursîyên parlamentoya herêmî. Reform UK bû duyemîn hêza serfiraz a hilbijartinê û 34 kursîyan girt. Partîya Kesk bi du kursîyan cara ewil ket parlamentoyê û herwiha Demokratên Lîberal jî bûn xwedîyê yek kursîyekê.

Ji alîyê beşdarîya zêde jî vê hilbijartinê balê kişand ser xwe. Ji % 51.6ê hilbijêran tevlî dengdanê bû ku ev, het aniha rêjeya herî zêde ya di hilbijartinên ji bo Seneddê ye.

Encamên hilbijartinê nîşan didin, welatîyên li Welatê Galê dixwazin otonomîya herêmê bê xurtkirin û zimanê galî bê parastin. Plaid Cymruya di 13yê gulanê de hikumeta kêmar damezrand, êdî wê li parlamentoya ku wekî Senedd tê binavkirin, doza mafên neteweyî ya Welatê Galê hîn bêtir pêş bixe.

Parastina ziman û otonomîya berfirehtir

Parastina û pêşvebirina zimanê galî tevlî berfirehkirina otonomîya Welatê Galê du xalên sereke yên bernameya polîtîk a Plaid Cymruyê ne. Partîyê ji destpêkê ve ji hikumetan daxwaz dike ku perwerdeya zimanê galî berfireh bikin û ji bo vê tedbîrên zêdetir bigirin. Herwiha, partîyê dixwaze bikaranîna galî ya di asta civakê de bê pêşde birin.

Hikumeta nû ya Plaid Cymru ji bilî parastina ziman, dixwaze dîroka Welatê Galê jî têxe nava mifredata perwerdeya herêmî. Partîya bi vê gava nû dixwaze hişmendîya dîrokî-neteweyî ya Welatê Gal di nava civakê de pêş de bibe.

Parçeyeke giring a bernameya partîyê berfirehkirina otonomîya Welatê Gal a di nava Brîtanyayê de ye. Partîyê dixwaze erkên van qadan transferê hikumeta herêmî bê kirin: Edalet û ewlehî, binesazî û hatûçûn, hebûn û çavkanîyên neteweyî, tenduristî û polîtîkaya sosyal.

Welatê Gal (bi îngilîzî “Wales”, bi galî “Cymru)

Welatê Gal

Welatê Galê (bi galî Cymru) tevlî Skotland û Bakurê Îrlandayê yek ji sê herêmên xweser ên Brîtanyayê ne.  Nifûsa herêmê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê bi qasî 20 hezar kmye.Brîtanya di 1999aan de otonomiya Welatê Gal nas kir û piştî vê, parlamentoya herêmî Senedd hat avakirin. Gal xwedî hikumeteke otonom e li welêt ligel îngilîzî zimanê galî jî fermî ye. Di salên dawî de nerazîbûna ji otonomîya lawaz kûr dibe û rêjeya welatîyên ku dixwazin zêdetir erk transferê Welatê Galê bibin zêde dibe.

Foto: Serokwezîrê Welatê Gal Rhun ap Iowerth di civîna Seneddê de. 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Guardiola piştevanîya serxwebûna Katalonyayê dike

Guardiola vê havînê dawî li karîyera xwe ya li Manchester Cityê tîne. Guardiloayê li tevahîya …