Dewleta Osmanî di 1915an de biryara qirkirin û sirgûna ermenîyan da. Di vê komkujîyê de li derdora 1,5 milyon ermenî hatin kuştin. Bi dehezaran ermenîyên mayî li çolên Sûrîyeyê hatin bicîkirin.
24ê nîsanê salvegera Jenosîda Ermenîyan e. Jenosîd di 1915an de bi destên dewleta Osmanî ve hat kirin.
Di vê komkujîyê de li derdora 1,5 milyon ermenî hatin kuştin.
Di heman pêvajoyê de bi dehezaran ermenîyên din li herêmên wekî Dêrazor ên li Sûrîyeyê hatin bicîkirin.
Dewleta Osmanî ya di bin rêveberîya nîjadperestên tirk de di gulana 1915an de fermana sirgûna Ermeniyan derxist.
Armanc ev bû, di şertûmercên guncaw ên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ermenî nebin xwedî mafên xwerêvebirinê.
Rûsyaya ku bi Osmanîyan re di nava şer de bû, li enîya rojhilat ermenîyan birêxistin dikir.
Piştî jenosîdê li rojavayê Ermenistanê û bakurê Kurdistanê ermenî neman.
Dewleta Osmanî û kurdên bi wan re hevkarî dikirin dest danîn ser hemû mal û milkên ermenîyan.
Mîrateya dîrokî ya ermenîyên ku bi hezaran salan li ser vê axê bûn hat tunekirin.
Nexşeya Jenosîda Ermenîyan./Nexşe: NASA Shuttle Radar Topography Mission.
Venasîna jenosîdê
Ji salên 1970an û bi şûn ve meseleya jenosîda ermenîyan ket rojeva cîhanê.
Mijar di gelek parlamentoyan de hat nîqaşkirin û hin ji welatan jenosîdê qebûl kirin.
Kîjan welat Jenosîda Ermeniyan nas kir?
Ûrûguay: (1965)
Kibris: (1982)
Rûsya: (1995)
Yûnanîstan:(1996)
Îtalya: (2000)
Vatîkan: (2000)
Libnan: (2000)
Fransa: (2001)
Swîsre: (2003)
Kanada: (2004)
Slovakya : (2004)
Holanda: (2004)
Lîtvanya: (2005)
Venezuela:(2005)
Şîlî: (2007)
Arjantîn: (2007)
Swêd: (2010)
Bolîvya: (2014)
Awisturya:(2015)
Almanya: (2015)
Belçîka: (2015)
Letonya: (2021)
Meksîko (2023)
Fotoyê sereke: Komeke ermenîyên di rêya sirgûnê de ne , Armin T. Wegner