Pêlên herî germ ên hewayê li cîhanê digihîje asta rekoran.
Mirinên ji ber karesatên wekî germahî, lehî û bageran her diçe zêde dibe.
Raporên saziyên avhewayê ji bo vê mijarê li defa hawarê dixin.
Di demên dawîn de, pêlên germ ên hewayê li hin welatên cîhanê dibin sedema rekorê.
Tunekirina daristanan a ji bo şîrketên kan û enerjiyê, bikaranîna sotemeniyên fosîl û miçiqandina avên paqij dibin sedema pêlên germ,lehî û bageran.
Lewma jî hejmara kesên ji ber van karesatan jiyana xwe ji dest didin, her diçe zêde dibe.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyê jî germahiya hewayê 6 û 12 dereceyan li ser germahiya normal e.
Li Şirnex û Silopiyê pîleya germahiyê 50,5 derece derbas dike.
Li gelek deverên cîhanê heman rewş heye.
Li Nîvgirava Mora ya Yûnanistanê pîleya germahiyê gihîşt 46 dereceyan.
Li bajarê Avlonya yê Albanyayê 42,4 derece hat qeydkirin.
Meteorolojî li hişyarî dide
Li gorî Serwîsa Guherîna Avhewayê ya Copernicusê, 10 salên dawîn, wekî 10 salên herî germ tê qeydkirin.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê û Saziya Meteorolojiyê ya Brîtanyayê radigihînin ku germahiya heyî, di salên pêşiyê de jî wê dewam bike.
Raporên van saziyan nîşan didin, di navbera salên 2025 û 2029an de germahiyên wê bigihîje asta rekorê.
Tê payîn di navbera 5 salên pêşiyê de, herî kêm salek wê sala germ a hemû zemanan.
Infowelat
———————————
Foto: Çiravên li başûrê Iraqê yên gav bi gav ziwa dibin.