Hevdîtina Rûsya û Ukraynayê pêk hat  

A.Rahman Çelîk

Rûsya û Ukraynayê li bajarê Stenbolê hatin gel hev.

Hevdîtin bi navbeynkarîya Tirkîyeyê pêk hat.

Rûsya û Ukraynayê  ji bo cara sêyemîn li bajarê Stenbolê yê li Tirkiyê temam kirin.

Hevdîtina di navbera alîyan de bi qasî 40 deqeyan dewam kir.

Li pêyî hevdîtinê, li ser navê alîyan Vladimir Medinsky û Rustem Umerov daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokê heyeta Rûsyayê Vladimir Medinsky di daxuyaniya xwe de wiha axivî:

“Pevguhertina 250 hêsîrên şer a li ser sînorê Belarûs û Ukraynayê hema hema temam bû û cendekên zêdetirî 7 hezar leşkerên Ukraynayê hatin teslîmkirin.”

Vladimir Medinsky pê re jî destnîşan kir ku wan agirbestên însanî yên 24 û 48 saetan pêşniyaz kiriye û li ser mekanîzmaya pevguhertina hêsîrên birîndar a dayîmî li hev kirine.

Li gorî lihevkirine, Rûsya û Ûkrayna wê 3 komên teknîk ên siyasî, leşkerî û însanî saz bikin.

Aliyê Ukraynayê jî daxwaz dike ku di meha tebaxê de civîna Vladimir Pûtîn, Volodimir Zelensky, Donald Trump û Tayyib Erdogan pêk were.

Nûnerên Rûsyayê gotin, lûtkeya lîderan incax ji bo nuqteya dawîn girêdin, dikare pêk were.

Nuqteyên li ser nehatine lihevkirin 

Her du het aniha li ser van mijaran li hev nekirine:

– Nepeniya aqûbeta 30 sivîlên ji herêma Kurskê hatine derxistin dewam dike.

– Li ser lîsteya ku Ûkraynayê ji bo 339 zarokan pêşkêş kiriye, îddia hene ku 50 jê mezin in.

– Rûsya, daxwaz dike zarokên ku birine Ewrûpayê bi şûnd ve vegerînin.

—————————————

Foto: Hevdîtina şandeyên Rûsya û Ukraynayê ya li Stenbolê 

 

 

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

KNK: Kurdistan yek welat e

Komîteya Diplomasiya Hevbeş a KNKê  civîna xwe ya 31. li dar xist. Di dawîya civînê …