Iraqê ragihand, heta ku hikûmeta başûrê Kurdistanê dahatên petrolê neşînin Bexdayê wê meaşên karmendan nedin.
Hikumeta başûrê Kurdistanê divê salê 120 milyar dînar ji Iraqê werbigire.
Paşê, Hewlêr daxwaza Iraqê pêk anî meseleyeya meaşan çareser bû.
Li başûrê Kurdistanê ev sê meh in heqdestên mamûrên dixebitin nayê dayîn.
Li Silêmanî û Helepçeyê xebatkarên saziyên gelemperî dev ji kar berdidin.
Wezareta Darayî ya Iraqê dibêje Hikûmeta Federal A Herêma Kurdistanê para xwe ya butçeya ji sala 2023 heta sala 2025 stendiye.
Wezaret dide zanîn, ji ber vê sebebê wê meaşên karmendan ên heşt mehên dawî nede.
Ev jî bû sebebrageşiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bilind bibe.
Rageşiya di navbera herdu alîyan de bi peymanekê hat daxistin.
Çend roj berê, bi hevdîtina Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî, herdu partiyên kurd PDK û YNKê biryar dabûn bi hev re hereket bikin.
Piştî vê jî bi hikûmeta Iraqê re peyman îmze kiribûn.
Li gorî daxuyanîyeke ji Bexdayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kirîye, petrola niha hilberandîye radestî Saziya Firotina Petrolê ya Dewletê ya Îraqê (SOMO) bike.
Petrola ji Iraqê re bê şandin wê rojane bigihe 230 hezar bermîlî.
Li gorî peymanê, Iraqê wê li beramberî vê petrolê wê salê 120 milyar dînar bide Kurdistanê.
Lêbelê bi dûv vê re, berdevkê hikûmeta Iraqê Basim el Avvadî got, heta dahatên petrolê ji Bexdayê re neyên şandin, wê meaşan nedin.
Berdevk pê re jî weha dewam kir, got: “Vê biryarê tenê ne ji bo Herêma Kurdistanê, herweha ji bo hemû bajarên din ên Iraqê derbasdar e.”
Mesele hat çareserkirin
Li aliyê din, hat ragihandin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye, dahatên xwe yên li derveyî petrolê teslîmî hikûmeta Iraqê dike.
Wezareta Darayî ya girêdayî hikûmetê diyar kir ku ji 50 ji % dahatên li derveyî petrolê yên li beramberî 120 milyar dînaran, radestî Banqeya Navendî ya Iraqê kirine.
Paşê jî hikûmeta Iraqê diyar kir, wan biryar daye ku meaşên karmendên li başûrê Kurdistanê bişînin.
Infowelat
————————————–
Foto: Parzûngeheke li başûrê Kurdistanê