Li Siwêda navenda alozîyê gav bi gav aramî serdest dibe.
Agirbesta di navbera çekdarên ereb û durzîyan de duh dest pê kir.
Bi vê re jî erebên bedewî ji alîyê hikumeta Şamê ve ji herêmê hatin neqilkirin.
Piştî şerê hefteyekê dom kir, li başûrê Sûrîyeyê agirbest ket merîyetê.
Di 21ê tîrmehê de agirbesteke din di navbera çekdarên ereb û durzîyan de hat ragihandin.
Aramîya şikestinbar a li herêmê ji alîyê Xaça Sor û sazîya Şopandina Mafên Mirovan a Sûrîyeyê jî hat piştratkirin.
Daxuyanîya krîtîk a derbarê bidawîbûna alozîyê de ji alîy hikumeta Şamê ve hat ragihandin.
Wezareta hundir a rejîma nû dîyar kir, wan “hemû şervanên eşîran ji herêmê neql kirine û pevçûnên li taxên bajêr şekinî ne.”
Durzîyên li başûrê Sûrîyeyê hefteyeke berê rastî êrişa çekdarên eşîrên bedewî hatibûn.
Paşê hêzên rejîma Şamê ketibûn bajarê durzîyan Siwêdayê û li hemberê durzîyan dest bi zilmê kiribûn.
Îsraîlê tevlî alozîyê bûbû û ji bo vê, parastina hevalbendên xwe yên durzî sebeb nîşan dabû.
Balafirên Îsraîlê di 16yê tîrmehê de êriş biribûn ser Wezareta Parastinê ya li Şamê.
Ji 1000î zêdetir kes hatin kuştin
Di alozîya li Siwêdayê de 1120 kes hatin kuştin û 128,000 kes terka herêmê kirin.
Ji kuştîyan 427 kes şervanên durzî 354 kes hêzên HTŞê û 298 kes erebên bedewî ne.
Siwêdayê navenda durzîyên li Sûrîyeyê ye û nifêsa wê 150,000 e.
Durzîyên başûrê Sûrîyeyê piştî hilweşîna rejîma Esed, bi desteka Îsraîlê erdên xwe rizgar kiribûn.
Infowelat
——————————————
Foto: Hêzên rejîma Şamê yên ketibûn Siwêdayê