Sefîrê Amerîkayê yê Tirkîyeyê Tom Barack li Şamê wekî netewperestekî ereb axivî:
Barack got li Sûrîyeyê federalîzm “bi kêr nayê” û ji bo vê vî welatî “yek niştiman, yek milet, yek artêş û yek hikumet” parast.
Dîplomasîya ji bo statuya Rojavayê Kurdistanê bi lez pêş dikeve.
Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hevdîtinek pêk anîn.
Sefîrê DYAyê yê Enqereyê û nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Tom Barrack û nûnerê Fransayê Jean-Baptiste jî beşdarî hevdîtinê bû.
Piştî hevdîtinê Tom Barrack ji North Pressê re wiha axivî:
“Aştiya li Tirkîyeyê bandorê li rewşa Sûriyeyê dike û diviyabû ev gav beriya niha hatibûna avêtin. Ez ji ber qewimînên li Tirkiyeyê kêfxweş dibim. Ev gaveke mezin e û tişta em dibînin ew e ku hemû herêm guheriye. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şirîkeke girîng a hikumeta DYAyê ye û li dijî DAIŞê şer kiriye. Em rêzeke mezin li wan digirin û dibe ku QSD entegreyî Sûriyeyê bibe û tev li artêşê bibe.”
Federalîzm nabe
Barrack di bersivên xwe yên ji bo nûçegîhanê Rûdawê de bi tevahî helwesteke ji bo Sûrîyeya navendîparêz nîşan da.
Barack got li Sûrîyeyê federalîzm “bi kêr nayê” û ji bo vê vî welatî “yek niştiman, yek milet, yek artêş û yek hikumet” parast:
“Mesele ev e, li her welatî federalîzm nameşe û me dît ku di nava dewletekê de dewleteke din a serbixwe nikare bê damezrandin.” Nûnerê amerîkayê ku bi van gotinên xwe wekî netewperestekî eren axivî, rexne li pozîsyona QSDê kir.
Barack got, QSD di muzakereyên bi hikumetê Sûrîyeyê re “giran” tevdigere û van gotinên sosret kirin:
“Pêşnîyaza min a ji bo wan lezandina prosesê ye. Yek rê heye, ew jî Şam e. Peyama min ev e.”
Infowelat
——————————————
Foto: Thomas Barack