Serokê Lîberyayê Joseph Boakai tevlî lîderên Gabon, Gîne-Bîssaû û Morîtanyayê li Qesra Spî bi Trump re civîyan.
Trump ji ber îngilîzîya lîderê Lîberyayê bi bandor bû û got “Tu li ku derê wiha axaftina xweş fêr bû yî?
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî qaydeyên dîplomasîyê hildiweşîne.
Trump gelek caran ji van qaydeyan dûr dikeve û çi tê ber devê wî dibêje.
Vê carê lîderê Lîberyayê li Washingtonê rastî vî alîyê Trump hat.

Serokê Lîberyayê Joseph Boakai tevlî lîderên Gabon, Gîne-Bîssaû û Morîtanyayê li Qesra Spî bi Trump re civîyan.
Boakai dema dora axaftinê hat ser wî, bi îngilîzî van gotinan kirin:
“Lîberya dosteke demdirêj a DYAyê ye û em ji polîtîkaya we ya careke din mezinkirina Amerîkayê bawer dikin.”
Trumpê ji be îngilîzîya lîderê afrîkî bi bandor bû û wiha aixîvî:
“Îngilîzîyeke wiha xweş…Tu li ku derê wiha axaftina xweş fêr bûyî? Tu li ku derû perwerde bûyî?”
Li se pirsa Trump “li Lîberyayê?” Bokaî got “erê, mîrze.”
Piştî vê dîyaloga kurt vê carê Trump wiha dom kir:
“Ev pir enteresan e, îngilîzîyeke xweş e. Hin kesên li dora vê maseyê nikarin ewqas xweş biaxivin.”
A rast, îngilîzî zimanê fermî yê Lîberyayê ye û Trump hay ji vê tune bû.
Ku der e Lîberya?
Lîberya welatekî li rojavayê Afrîkayê, li beravê Okyanûsa Atlantîkê ye.
Nifûsa Lîberyayê di ser 5 milyonî re ye û li welêt çend zimanên otokton ên afrîkî tên axaftin.
Welêt di 1822an de ji alîyê Reşikên Amerîkayî yên li vir hatibûn bicîkirin, hat damezrandin.
Infowelat
————————————–
Foto: Civîna lîderên afrîkî yên bi Trump re