BRICS li Brazîlê civîya

Lûtkeya 17. a BRICSê 6-7ê tîrmehê de li bajarê Rio de Janeiro ya li Brazîlê hat lidarxistin.

126 biryarên derbarê fînans, tenduristî, avhewa, ewlekarî, aqlê çêkirî û îstikrara navneteweyî de di lûtkeyê de hatin qebûl kirin.

Koma welatên BRICSê di lûtkeyeke nû de hatin cem hev.

Bername di 6-7ê tîrmehê de li bajarê Rio de Janeiro ya li Brazîlê hat lidarxistin.

Di civînên du rojan de gelek meseleyên cîhanê hatin gotûbêjkirin.

Bi taybetî, tarîfeyên giran ên Amerîkayê yên li hemberê welatên cîhanê mijara sereke ya civînan bû.

Serokê Brazîlê Luiz Inacio Lula da Silva di axaftina xwe de got “ em şahidiyê ji hilweşîna piralîbûnê dikin ku heta niha nehatîye dîtin.”

Lîderê brazîlî wiha axaftina xwe dom kir:

“Eger rêvebirina navneteweyî realîteya pirqutbî ya sedsala 21. temsîl neke, dimîne li ser BRICSê ku vê rêvebirinê nû bike. “

Endamên din ên BRICSê jî di pêşkêşîyên xwe de tarîfeyên giran ên Amerîkayê rexne kirin.

Di dema civînê de Trump gefeke din a aborîyê li koma BRICsê xwar.

Trump di Truth Social de wiha nivîsî:

“Her welatê ku polîtîkayên antî-amerîkî yên BRICSê dipejirînin wê 10 ji % baca zêdetir re rû bi rû bimînin.”

Di dawîya civînan de Deklerasyona Hevpar a Lûtkeya 17. a BRICSê hat qebûlkirin.

126 biryarên derbarê fînans, tenduristî, avhewa, ewlekarî, aqlê çêkirî û îstikrara navneteweyî de di deklarasyonû de cî girtin.

Xi Jinping û Putin beşdar nebûn

Hêjayî gotinê ye, lîderê Çînê Jinping û yê Rûsyayê Putin tevlî bernameya BRICSê ya îsal nebûn.

Jingping di dewsa xwe de nûnereke şand û Putin jî bi rêya vîdyoyê di bernameyê de axaftinekê kir.

Tê ragihandin beşdarnebûna Putin ji ber fikarên ewlekarîyê ye.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ji bo Putin biryara binçavkirinê daye.

Ji ber ku Brazîl endamê vê dadgehê ye, li gorî vê hiqûqê dema Putin hat serdanê divê wî binçav bike.

Koma BRICSê

BRICS kurteyekê ye ku ji tîpa ewilî ya navên bi îngilîzî ya Brazîl, Rûsya, Hîndistan, Çîn û Afrîkaya Başûr pêk tê.

Koma bi armanca hevkariya aborîyê di 2006an de hat damezrandin.

Par Misir, Etîyopya, Îran, Erebistana Siûdî, Mîrektîya Ereb û Îndonezya tevlî komê bûn.

Nifûs welatên endam ên vê bloqê 3 milyarî derbas dike.

Bloq  22 % hilberîna aboriyê ya cîhanî kontrol dikin û 18 ji % bazirganiya global kontrol dike

Infowelat

—————————————–

Foto: Lîderên BRICSê yên di lûtkeya Brazîlê de 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya lezê dide polîtîkaya dersînorkirinê

KURTE Almanya dixwaze kesên daxwaza wan a penaxwazîyê hatîye redkirin dersînor bike. Hikumeta federal bi …