A.Rahman Çelîk
NATO di bin siya rageşiya Amerîka Îsraîl û Îranê de lûtkeyê li dar dixe.
Beriya civînê 32 welatên endam rêjeya mesrefên ku Amerîkayê li ser van ferz dikir qebûl kirin.
Welatên endam heta sala 2035an wê rêjeya butçeya xwe derxin ji sedî 5.
NATO di bin siya rageşiya Amerîka, Îsraîl û Îranê de, li Holandayê di 24 û 25ê hezîranê de lûtkeyê li dar dixe.
32 welatên endam beriya civîna li Den Haagêli hev kirin ku heta sala 2035an butçeya parastinê, herî kêm derxin rêjeya ji sedî 5.
Li gorî hedefa nû, tevî xerckirinên leşkerî yên heyî, wê razemeniyên wekî binesazî, ewlekariya sîber û lojîstîk jî bên kirin.
Armanc ew e ku bi taybetî jî li hember Rûsyayê, hêza NATOyê bê zêdekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi awayekî tund desteg da hedefa ji sedî 5.
Bes Donald Trump di heman katê de daxwaz dike ku Amerîka bi vê hedefê ve, bi awayê fermî neyê girêdan.
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez hedefa NATOyê red kir û ji bo welatê xwe îstîsnayeke taybet daxwaz kir.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, daxwaza Îspanyayê bi formula ku peyderpey pêk were, hatiye qebûlkirin.
NATO bi hedefa nû armanc dike ku para her welatan welatan wekhev bike.
Tê gotin ku zêdekirina kapasîteya parastinê ya Ewrûpayê, wê para Amerîkayê ya ji bo NATOyê sivik bike.
Ev stratejî wekî xurtkirina stûna Ewrûpayê tê penasekirin.
Ji bo pêkanîna vê planî, di sala 2029an de nirxandinek wê bê kirin, paşê jî di sala 2035’an de, encama dawîn wê di ber çav re bê derbas kirin.
Foto: Ala NATOyê