Hêvîya guherîneke demokratîk tune ye

Hevseroka DBPê Uçar di hevpeyvîna bi Ozgur Polîtîkayê re got, wisa xuya dike “wê li Tirkîyeyê guherîneke demokratîk pêk neyê.”

Rojnameya Ozgur Polîtîkayê bi hevseroka DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar re hevpeyvînekê weşand.

Uçar di hevpeyvîna bi tirkî hat kirin de got, wisa xuya dike “wê li Tirkîyeyê guherîneke demokratîk pêk neyê.”

Uçar di destpêka hevpeyvînê de got, “sîstem di krîzê de ye” û lewma jî “şer dike tiştekî normal.”

Bi van gotinan, siyasetmedara kurd li hemberê êrişên Îsraîlê helwest girt.

Li ser pirseke derbarê gotinên dawî yên şefê MHPê Devlet Bahçelî de Uçar wiha axivî:

“Nehatîye jibîrkirin ku AKP û MHP di meseleyên sereke yên Tirkîyeyê de xwedî helwesteke ne adil in. Ev hiş, dema mirov li sekin û axaftinên wan ên roja îro dinêre, nîşan dide wê gaveke berbiçav neyê avêtin û guherîneke demokratîk pêk neyê.”

Uçar di derbarê “ka çi li pêşîya kurdên Bakur e” jî van gotinan kirin:

“Tiştê ku dibe para kurdên Bakur berxwedan e. Tiştê ku dibe para kurdên Bakur xeta xwe ya niha ya ji bo hemû daxwazên rewa yên gelê kurd ê li çar parçeyan dijî û gelên Rojhilata Navîn xurt bike.”

Bi bersivên xwe hevseroka DBPê nîşan da, bendewarîya siyaseta legal a kurd ji bo proseyeke din a aştîyê ya bi dewleta tirk re ne hêvîdar e.

——————————————–

Foto: Çigdem Kiliçgun Uçar/Ozgur Politika

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …