Zimanê lazî bû dersa hilbijarî

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya (WPN) Tirkiyeyê zimanê lazî kir nava dersên hilbijarî yên dibistana seretayî. Bi vî awayî, ji îro û pê ve di polên 5’emîn ên dibistanên seretayî de wê xwendekar bikaribin dersa lazî werbigirin.

Lîjneya Talîm û Terbiyeyê ya gîrêdayî WPN’ê bi biryarekê zimanê lazî kir nava “ziman û zaravayên zindî.” Bi vê gavê wê zimanê lazî ji sala perwerdeyê ya 2013-2014’an û pê ve  li pola 5’emîn bikaribe bê fêrkirin. Herwiha, heta dawiya perwerdeya seretayî wê lazî her sal li poleke bilindtir bê fêrkirin.

Di amadekirina mifredata lazî de ji Teksta Serîlêdana Hevpar a Ewropî ya ji bo Ziman ku di fêrkirina ziman de standardên zimanê biyanî yên dikarin bên miqayesekirin tîne, sûd hat wergirtin.

Ji bo dersa hilbijarî ya lazî Enstîtuya Laz serî li wezareta perwerdeyê dabû û wezaretê, karê amadekirina mifredatê dabû enstîtuyê. Mifredata lazî ji aliyê akademîsyenên Zanîngeha Boxazîçiyê Omer Eren, Omer Farûk Demîrok û nivîskar û mamosteyê lazî Îsmaîl Bûcaklîşî, di bin çavdêriya şeş akademîsyenên din ên heman zanîngehê de hatibû amadekirin, ji Lîjneya Talîm û Terbiyeyê (LTT) ya wezaretê re hatibû şandin. LTT di civîna xwe ya 28’ê Tebaxê de mifradata navborî qebûl kiribû.

WPN bi guherîneke ku sala derbasbûyî di mifredata perwerdeya navîn de pêk anî, “dersa ziman û zaravayên zindî” li mifredatê zêde kir. Di vê çarçoveyê de derfetê perwerdeya zimanê kurdî û çend zimanên din ên kêmar di pola 5’emîn de derket holê.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …